Polîtîk

Çareserî li Hewlêre

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li pêşwazîya şandeya hevgirtina fraksiyonên Kurdistanî kir û kombûnek hat sazdan. Di vê kombûnê de behsa helwestên niha yên alîyên siyasî hat kirin û kar û çalakîyên vê şandê yên li Baxdayê hatin şirovekirin.

Bi awayekî serekî jî, behsa encamên guft û goyên navbera şandeya hevgirtina fraksiyonên kurdistanî û alîyên siyasîyên Iraqê hat kirin.

Serokê Barzanî spasîya hemû endamên vê şandê kir û tekez kir, ku divê agahdariya  berpirsên hêzên siyasîyên Kurdistanê ji hemû mijaran hebe.

Di vê kombûnê de biryar jî hat dan, ku kar û barên guft û goyê yên vê şandê berdewam bin, heta ku hevtêgihînek (ji hev famkirinek) çê bibe û hukûmeta Iraqê bihê damezrandi.

Civînên bi vî awayî dê berdewambin. Serokê Kurdistanê jib o avakirina hukumeta Iraqê ya nû gelek bi aktîf insîyatîf girtiye û dê demek nêzîk encamên vê însiyatîf a kurdan bête xuyakirin.

Back to top button