Jina Berslusconi mehane 3.5 milyon euro dixwaze

Eve demeke serokwezîrê Îtalya Silvio Berslusconi û jina wî Veronica Lario cuda dijîn û dixwazin hev berdin. Lê ji bo devhevberdanê li hevûdin nakin. Ji bo ku li hevnekirina dê herin dadgehê û hêdî biryara dawî wê dadgeh bide.

Parêzerê  Veronica Lario dixwaznameyek da dadgehê û dê tê de doza 3.5 milyon Ewro dike ku, Berslusconi mehane bide jina xwe da ku jina wî bikaribe jiyana xwe berdewam bike. Ji berî niha li hevkirîbûn ku li gel hinek xaniyan heyvê 300 hêzar Ewro bide jina xwe, lê jina Berslusconi niha vê qebûl nake û doza pereyek mezin dike. Berslusconi û jina wî ji behîza sala 2009-ê ve cuda dijîn.

Nerîna min :