Civak
Karmendên MIT-ê tên kuştin
Li Tirkiye rojane aliyek yên dezgehên tarî û dewleta kûr derdikeve hole. Gelek kesên di dezgeha îstixbarata netewî(MIT) û di nav dezgehên din yên tarî de kar kirîn piştî vediqetin, bi awayekî dawî li jiyana wan tê.
Hinek ji wan tên kuştin û hinek jî tê îdia kirin ku ew bi xwe dawî li jiyana xwe tînin. Gelek bûyer bi vî awayî çêbûne. Niha jî jinek bi nave Semra Maliş 55 salî ku i salên dirêj di îstixbaratê de kar kiriye, li derê mala xwe mirî hate dîtin. Tê gotin ku Semra Maliş bi xwe dawî jiyana xwe aniye û xwe kuştiye. Lê gelek pirs li ser mirina vê jina ku bi salan di MIT-ê de kar kirî hene.