Polîtîk

Maliki li Tirkiye Gul û Erdogan dîtin

Nurî Malikî di serdana xwe ya kurt a Tirkiye de, li Stanbulê li gel serokkomarê Tirkiye Abdullah Gul hevdîtinek pêkanî. Piştî vê hevdîtinê çû Enqera û li gel serokwezîr Erdogan hevdîtinek pêkanî. Di van herdu hevdîtina de li ser rewşa Iraqê û avakirina hukumeta nû hate sekinandin.

 Di derbarê serdana Nurî Malikî de bi awayek berfireh agahdarî nedan medyayê. Lê li gora medya Tirkî pirsa PKK-ê jî hate gengeşekirin û pêvendiyên navbera Iraqê û Tirkiye  gelek girîng hatin nirxandin û herdu aliyan jî, ji bo berfirehkirina pêwendiyan daxwaza xwe dan xuyakirin. Malikî ev serdana xwe wek serdanek kurt lê gelek girîng nirxand.

Back to top button