Cîhan

Li Haîtiyê ji ber kolerayê 135 kes mirin

Gerînendeyê Gişti yê Wezareta Tenduristiyê Haîtî Dr. Gabriel Thimote got:  Ji bo pesendkirina kolerayê ( Zikêş ) divê  li benda encamên laboretuarê bibin. Heta niha li ser 15 nimûneyan lêkolîn hate kirin û ji wan 13 kes nîşanên kolerayê ( zikêş) derket.

Di 12ê Rêbendanê de erdhêjek çêbûbû û nêzîkî 250 hezar kes jiyana xwe ji dest dabûn û nêzîkî 2 mîlyon kes jî bê cih û bê war mabûn.

Rêxistina Tenduristiya Cîhanê jî daxuyaniyek da û got : Tevî rewşa xirabiya baregehan nîşanên nexweşiya kolerayê ( zikêş ) nehate dîtin.

Heta niha 1500 kes bi awayekî giran nexweş bûn û li ser wan kesan nîşanên kolera jî (Zikêş) hate dîtin.Navenda nexweşiyê jî 100 kîlomîtroyê bakurê bajarê Port-au-Princeye.

Berpirsyarên wezaretê da zanîn ku tirsame ew e ku nexweşî li navenda baregehên erdhêjê belav bibe.

Wezîrê Tenduristiyê Haîtî jî daxuyakir ku ew nexweşî bi îhtîmaleki mezin koleraya (zikêş) û mixabin di nexweşxaneyan de jî cih nemaye û tedawiya nexweşan jî li korîdorên nexweşxaneyê têne kirin.

Kolera enfeksiyona roviye û ji ber nebûna ava paqij û ji xwarinên qirêjê derdikeve .Bi serom û biantibiyotikan bi awayekî rehet tên tedawîkirin.

Back to top button