Polîtîk

Di navbera wan de nakokî û pirsgirêk

Li gor nûçeyeke rojnameya Awêne ku, li başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê weşana xwe dike, li ser gihertina hindek postên îdarî li sînorê Silêmaniyê navbeyna Berhem Salih serokê hikûmeta herêma kurdistanê û Hêro Îbrahîm Ehmed endam polîtburoya Yakêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û berprsa melbendê YNK li Silêmaniyê  nakokî û arîşe derketine.

Berhem Salih serokê hikûmetê û cîgirê sekreterê YNK dixast hindek guhertinên postên îdarî li bajarê Silêmaniyê bike û wî bi tyabetê dixwast berpirsê giştiyê perwerdeyê, berpirsê dezgehê şehîdan, rêvebirê polîsan, rêvebirê polîsên tirafîkê û rêvebirê berevaniya şaristanî û çalakiyên medenî li Silêmaniyê bi hindeke kesên din biguhere.

Lê Hêro Îbrahîm Ehmed endama polîtburoya YNK û berpirsa melbendê yeke yê rêxistinên YNK li bajarê Silêmaniyê li dijî guhertinên serokê hikûmetê derket û qebûl nekir ew guhetin bên kirin.

Li ser vê yekê navbera her du berpirsên mezinên YNK nakokî derketine û Hêro Îbrahîm Ehmed hevjîna serokkomarê Îraqê Celal Talebamî beşdarî civînê polîburoya YNK nake û li mala xwe rûniştiye.

Ji bo çaresrkirina pirsgirêka navbera Berhem Salih cîgirê Celal Talebanî û Hêro Îbrahîm Ehmed  hevjîna Celal Talebanî, polîtburoya YNK komîteyek ji çend endamên bala yên YNK pêkanîye.

Back to top button