Dosya

Arşîva Komkujiya Dêrsîmê hate bidestxistin

Dewleta Tirk komkujiya Dêrsîmê bi awayekî fermî eşkere kir . Li gor dewletê hêjmara kesên ku hatin kuştin ‘6 hezar û 868’ kesin. Di sala 1937an de jî 1737 kes mirin.

Parêzerê  Dêrsîmî Barış Yıldırım, ji bo bidestxistina agahiyên li ser Komkujiya Dêrsîmê, ji dewletê re pirsa arşîva 1937 û 1938  kir. Gerînendeya Gişti ya Karên Nifus û Hemwelatiya Wezareta Navxweyî Tirkiye  jî pirsa Yıldırım bersivand. Li gor tomarkirina dewleta Tirk di sala 1937an de hezar 737 kes û di sala 1938an de jî 6 hezar û 868 kes jiyana xwe ji dest dan.

Berış Yıldırım da zanîn ku li gor agahiyê ku hate bidestxistin bi taybetî jî mirina zarokan bi awayekî berbiçav zêde bûne. Ew tablo diyar dike ku li Dêrsîmê serhildanekî tineye tenê lê ji aliyê Dewleta Tirk bi awayekî sîstematîk komkujî û tinekirin heye . Ew jî hatiye tespîtkirin.

Bûyerên ku di navbera salên 1937 û 1938 de hatiye qewîmin weka ‘ Komkujiya Dêrsîmê ya38’ hate binavkirin û bi dehan sale ku tên gengeşîkirin. Heta niha ne Dewleta Tirk ne jî Hikûmetekî daxwaza lêborînê ji xelkê Kurd nexwestine.

Dema gengeşiyên pirsgirêka Kurd li parlamentoya Tirkiyeyê  hatîbû gengeşîkirin Alîkarê Serokê Giştî û Parlamanterê bajarê Bursayê Onur Öğmen mafê axaftinê xwest û got : Ma di dema şerê rizgariyê ,serhildana Şêx Saîd,serhildana Dêrsîm û Qibrisê de dayikên me ne giriyan ? Ma kes gotiye ku bila dayik negirîn emê dev jê têkoşînê berdin ? ew peyvên Ogmen rojeva Tirkiyeyê gûhert û di serî Kurd û Alewî bi awayekî tund şermazar kirîbûn û daxwaza îstifayê Öğmen kirîbûn.

Di vê demê de cara ewilê serokwezîrekî Tirkiye peyva ‘ komkujiya Dêrsîm’ bikaraniye. Û buyerên ku hatiye jiyandin weka Komkujiyê binavkir. Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di pêvajoya referandumê de gotîbû ‘ Binêrin di bin komkujiya Dêrsîmê de çi hene ? Bi deh hezaran însan hatin kuştin. Dêrsîm hatiye tinekirin. Kî wana kir ? xwedî ew fikr û raman kî bûn ? birdoziya CHP komkujiyê sazkir.Piştî wan gotinan gengeşiyên li ser Komkûjî jî drêj bûbû.
 
Parêzer Yıldırım ji Parêzgeha Dêrsîmê re pirs kir

Dema li ser komkûjiyê gengeşiyên hatîbû kirin , tevî tomarkirina resmi ya dewletê di navbera salên 1937 û 1938an de çen kes hatine kuştin nehatîbû diyarkirin. Parêzerê Dêrsîmî Barış Yildirim kêmasiya tomarkirinê dît û di 26ê Tebaxê 2010an de ji Parêzgaha Dêrsîmê daxwaza diyarkirina arşîvê xwest.


Wezareta Navxweyî daxwaza Yildirim pesendkir

 

Parêzgeha Dêrsîmê daxwaza Barış Yıldirim ji Gerînendeya Gişti ya Karên Nifus û Hemwelatiya Wezareta Navxweyî Tirkiye  re ragihand û bersiv jî hate dayîn. Belgeyê ku hatiye şandin cihê kuştin û mirinan diyar nekiriye lê di salên 1937 û 1938an de çend kes jiyana xwe ji dest dan weka tablo diyar kir.

 

Di salekî de 7 hezar mirin zêde bûye.

Agahiyên ku hatine bidestxistin bi vî şekliye. Di sala 1935an de nifûsa Dêrsîmê 101 hezare û di sala 1938an de hêjmarê miriyan bi awayekî berbiçav zêde dibe. Kesên ku jiyana xwe ji dest dan pirtir zarokin.Li gor arşîvê hêjmarê miriyan di salên 1937-38 an de 8 hezar û 605 kesin.


Di sala 1937an de ; 3 hezar û 454 mêr – 3 hezar û 414 stîne ( jin )

Di sala 1937an de Mêrên ku hatina kuştin ji wan

238 kes di navbera salên 0-9,

108 kes di navbera salên 10-19-,
60 kes  di navbera salên 20-29,
95 kes  di navbera salên 30-39
102 kes di navbera salên 40-49
123 kes di navbera salên 50-59
88 kes  di navbera salên 60-69
89 kes  di navbera salên  70 û mezintir

Di sala 1937an de Jinên ku hatine kuştin ji wan

226 kes  di navbera salên  0-9
137 kes  di navbera salên  10-19
63   kes  di navbera salên  20-29
109 kes di navbera salên  30-39
92  kes  di navbera salên  40-49
91  kes  di navbera salên  50-59
65  kes  di navbera salên  60-69
71  kes  di navbera salên  70 û mezintir

Di sala 1938an de Mêrên ku hatine kuştin ji wan

840 kes  di navbera salên  0-9
535 kes  di navbera salên  10-19
250 kes  di navbera salên  20-29
332 kes  di navbera salên  30-39
419 kes  di navbera salên  40-49
382 kes  di navbera salên  50-59
284 kes  di navbera salên  60-69
393 kes  di navbera salên  70 û mezintir

Di sala 1938an de Jinên ku hatine kuştin

707 kes  di navbera salên  0-9
729 kes  di navbera salên  10-19
354 kes  di navbera salên  20-29
421 kes  di navbera salên  30-39
387 kes  di navbera salên  40-49
329 kes  di navbera salên  50-59
228 kes  di navbera salên  60-69
258 kes  di navbera salên  70 û mezintir

Ji bo darizandinê destpê xebatê dikin

Parêzer Barış Yıldırım li ser agahiyên ku ji aliyê  Gerînendeya Giştiyê Karên Nifus û Hemwelatiya Wezareta Navxweyî Tirkiye ve hate bidestxistin destpê xebatê daxuyaniya sucdarkirinê kir. Yildirim got : Tomarkirna dewleta Tirk jî diyar dike ku li Dêrsîmê serhildanek çênebûye tenê Komkujiyek hatiye kirin. Hêjmarê kuştina tenê yên tomarkirinêye, ji wan zêdetir kes hene ku hatine kuştin û navên wan nehatiye tomarkirin. Belgeyê ku di destê me de ye ji bo darizandina salên 1937 û 38 pir girînge.

Back to top button