Cîhan

Malîkî li Tirkiye ye

Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malîkî îro bi balafirekî taybetê hate Stenbolê

Malîkî û heyeta wî ji aliyê berpirsyarên Wezîrê Derveyê Tirkiye û Alîkarê Parezgarê Stenbolê Kazim Tekînê ve di mêvanxaneya dewletê a balafirgeha ataturkê de hate pêşwazîkirin.

Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malîkî da zanîn ku serlêdana me kurte lê pir girînge.

Malikî di mêvanxaneya dewletê ya balafirgeha ataturkê de  demekî bêhna xwe da û digel alîkarê parêzgarê Stenbol Kazim Tekîn û Berpirsyarê Wezareta Derveyê Tirkiyeyê bi Balyoz Doğan Akdur  re hevpeyvînek kir . Malîkî got têkîliyên her du welat baş e lê divê emê hewl bidin ku baştir bibe.

Berdevkê Hikumeta Iraqê Alî Debbax jî ji bo çapemeniyê daxuyaniyek da û got : Serokwezîrê Iraqê li Enqere û li Stenbolê pêwendiyên fermiyê bike û li ser mijarên başkirina têkîliyên her du welatê bîne rojevê.

Back to top button