Cîhan

Tirkiye û Sûriye di azadiya çepemeniyê de paşketin

RSF ya ku navenda wê li Parîsa paytexta Fransayê ye, rêza azadiya çapemeniya ya sala 2010ê ya cîhanê, di malpera xwe ya fermî de aşkere kir.

Li gorî raporê, ligel Ruanda, Yemen û Sûriyeyê, li Sudan, Turkmenistan, Eritre, Koreya Bakur, Burma, Çin û Îranê jî rewşa azadiya çapemeniyê nebaş bûye. 

Rêxistinê, da zanîn ku ev her deh welat çapemeniyê ceza dikin û azadiya welatiyan a agahdarkirinê binpê dikin.

Di nav lîsteya ku îro ji aliyê RSFê ve hate weşandin de, Iraq di nav lîsteya 178 kesî de di rêza 130ê de, Tirkiyeyê di rêza 138ê de cih girt. Di raporê de, hatiye destnîşankirin ku li Tirkiyeyê rojnamevanên pêkutî li wan hatiye kirin an kurd in an jî kesên li ser kurdan dinivîsin in.

Li gorî raporê, welatên ku azadiya çapemeniyê herî pir lê hene jî di serî de Finlandiya, Îzlanda, Norwêç, Hollanda, Swêd û Swîsre tên.

Serokê RSFê Jean-François Julliard, bang li Çînê kir ku dawî li sansur û girtina rojnamevanan bîne û xirabûna rewşa azadiya li welatên Ewropayê jî bi metirsîdar hate nirxandin.

Di raporê de, hate diyarkirin ku gelek welatên endamê Yekitiya Ewropayê her ku diçe di vî warî de bi paşve diçe û weha hate gotin, “Rîska wê heye ku YE pêşengiya xwe ya cîhanê a di warê azadiya çapemeniyê de winda bike.”

Di lîsteya 2010ê de ji 27 welatên endamên YEyê 13yê wan di nav rêza 20ên serî de ne, 14yên din jî gelek di bin 20ê de ne.

Rêxistina sivîl a civakî Reporters sans frontières (RSF), sala 1985ê li Parîsê hate damezrandin.

 (AKnews)

Back to top button