Piştî salekê Nêçîrvan Barzanî dîsa serokwezîr e
Amadekirin: Dilbixwîn Dara
Şertên Nêçîrvan Barzanî çi ne?
Serokwezîrê kabîneya herî serkeftî li Kurdistanê û hîmdarê pêwendiyên diplomatik, aborî û siyasî di navbera Kurdistanê û cîhanê de û xwediyê rola herî girîng di peydakirina aramiyê de li Kurdistanê, bi taybetî aramiya di navbera Kurdistanê û welatên cîran de, weke Tirkiyê Nêçîrvan Barzanî piştî saleke din dîsa serokwezîrê Kurdistanê ye.
Lê belê vê carê bi çend mercên cuda.
Li gora rêkeftina stratejîk, di navbera PDK û YNK de, her aliyek ji wan tenê 2 salan hikûmetê birêve dibe, sala li pêşiya me –eger ew rêkeftin pêk were- dawî li kabîneya 6’mîn tê û hikûmet dê ji aliyê PDK ve were birêvebirin.
Take kandîdatê Partiya Demokrata Kurdistanê ji bo wergirtina posta serokwezîriyê Nêçîrvan Barzanî ye.
Salek di ser kabîneya 6’mîn ya di bin serokwezîriya Dr. Berhem Salih de derbas dibe û dikeve sala xwe ya diyemîn. Çavarêtêkirin ku sala 2’mîn dawîn sal be ji bo Berhem Salih.
Weke ku diyar dibe, Berhem Salih ne ji aliyê YNK ve, ne jî ji aliyê raya giştî ve, piştgiriyeke ku dihate xwestin wernegirt.
Her çiqasî, PDK û bi taybetî Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî ji Berhem Salih re bûne piştgir û bi her awahî hewl dan ku ew di serokwezîriya xwe de serkeftî be jî, lê kabîneya 6’mîn weke kabîneyeke pir serkeftî, heta niha jî nayê nirxandin.
Li gora çavkaniyên ji polîtbîriya PDK, di Îlona sala 2011 de, Nêçîrvan Barzanî posta serokwezîriyê werdigire.
Li gora rêkeftina stratejîk wergirtina vê postê mafê Partiyê ye.
Her wiha jêdereke nêzîkî Nêçîrvan Barzanî ji kovara Sivîl re ragihand ku Partî li ser kandîdatbûna Nêçîrvan Barzanî hemfikir e. Heman jêderê diyar kir ku di dema hikûmetên xwe de, Nêçîrvan Barzanî serkeftinên baş bi dest xwe ve anîne, her çiqas kêmasî hebûn jî, wî her demê hewl daye ku bi şêweyekî bi rêk û pêk hikûmetê bi rêve bibe.
Weke tê zanîn Nêçîrvan Barzanî, her du hikûmetên Hewlêrê û Silêmaniyê kirin yek, ev jî di dîroka Başûrê Kurdistanê de gaveke gelekî erênî û watedar bû.
Bêguman Nêçîrvan Barzanî ji bo seroktiya hikûmetê xwediyê karekrekterekî baş bû. Her wiha ew xwediyê biryarê bû, ji biryardayînê neditirsiya û bi biryarên xwe yên bi cesaret deriyê Kurdistanê ji cîhanê re vekir.
Eger rojek hat û Kurdistan bû Dubay ya nû, helbet rola Nêçîrvan Barzanî di vê yekê de gelekî mezin û berbiçav e.
Ligora çavdêrên siyasî, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrek bû, ji Kurdistanê, ji nava welatekî ku nû ji şer derketibû hikûmeteke bi şêwazekî rojavayî û modern îdare dikir. Ev hem ji bo Ewropiyan, hem jî ji bo Kurdan bi xwe tiştekî nû bû.
Li aliyê din pisporên diyasî dibêjin, azadiya ku niha Dr. Berhem Salih li Hewlêrê û Duhokê heye, di dema hikûmeta xwe de, Nêçîrvan Barzanî li Silêmaniyê ne xwediyê wê azadiyê bû, lê belê wî di projeyên Silêmaniyê de beşdarî dikir.
Pispor destnîşan dikin ku Barzanî her demê digot, eger pere têra pêkanîna projeyên Silêmaniyê nekin, ewê bi pereyên Hewlêrê wan projeyan pêk bîne.
Di derbarê vê yekê de Berhem Salih tu daxuyaniyan nade, lê belê ew dibêje ew serokwezîrê hikûmeta hemû aliyan e û rêkeftina di navbera her du partiyan de biryara destnîşankirina “kî hikûmetê werdigire” diyar dike.
Serokwezîr Berhem Salih diyar dike ku destnîşankirina hikûmetê ne karê wî ye û tiştek hebe her du partî dikarin di navbera xwe de biryara wê bidin.
Şertên Nêçîrvan Barzanî ji bo wergirtina hikûmetê çi ne?
Baş e, ji bo wergirtina hikûmeteke nû, Nêçîrvan Barzanî çi mercan dide pêş, şertên wî çi ne?
Du mercên sereke yên Nêçîrvan Barzanî hene:
1- Guhertina stafa wezîran: Nêçîrvan Barzanî dixwaze wezîrên çalak ku bikaribin kabîneyê aktîv bihêlin hilbijêre. Plana wî ewe ku stafeke nû ji wezîran ava bike. Di avakirina wê stafê de ew naxwaze tu destêwedanên derve hebin.
2- Hikûmetê ji partiyan cuda bike: Ji berê de yek ji armancên Nêçîrvan Barzanî ew bû ku partî destê xwe navêjin nava karûbarê hikûmetê. Di gelek hevpeyvînên xwe de wî ev yeka anîbû ziman. Ew dixwaze hikûmeteke modern bi modela rojava ava bike.
Bêguman, ev mercên ku ew ji bo îdarekirina hikûmeteke nû di sala pêşiya me de, datîne pêş, riyeke nû li pêşiya kultureke nû ya îdarekirineke demokratîk di nava Kurdan de vedike. Ew jî, rakirina destelatiya Partiyan ji ser hikûmetê ye. Bi vî awahî kurd bêhtir xwe nêzîkî demokrasî û sîstema modern û birêvebirina welatekî dikin.
Nêçîrvan Barzanî kî ye?
* Di sala 1966 de li devera Barzan ji dayîk bû ye.
* Di sala 1975 de, di dema Rêkeftina Cezaîrê de, tevî malbata xwe koçî Îranê bû.
* Li wê derê, piştî ku bavê wî Idrîs Barzanî wefat kir, bû pêşmerge.
* Di sala 1989 de bû endamê Polîtbîroya PDK.
* Di sala 1996 de bû cîgirê serokê hikûmeta Kurdistanê.
* Di sala 1999 de bû serokê hikûmeta Kurdistanê (Kabîneya 4)
* Ew ligel keça mamê xwe (Mesûd Barzanî) Nebîle xanim zewicî ye.
* 4 zarokên wî hene: Keç: Maya, Ranya. Law: Idrîs û Çiyavan.
* Ji xeynî kurdî, ew bi farisî û înglîzî jî dizane.
Jêder: kovara Sivîl /Hewlêr