Destpêşxeriya serok Barzanî minasibtirîn çareseriye
Di hevdîtinekê de, serdana serok Barzanî ya bo welatê Îtalyayê, diyalog û danûstandinên berdewam yên di navbera qewareyê siyasiyên Îraqê de ji bona dîtina rêya çareserkrian kirîza pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê û rizgarkirina Îraqê ji wê aloziya tê deye, hatin nirxandin.
Serok Barzanî ji bo pêkanîna hikûmetekî bingeha wê berfireh, tekez li ser pêwîstiya gihiştina çareseriyeke minasib ku, têda tu aliyek neyê îhmal kirin, kir.
Di vî warî de, Barzanî balkişand li ser wê yekê ku piştî ew ji serdana xwe ya derve vegeryaye herêma Kurdistanê, wî dest bi zincîrek peywendî û civînên şêwiriyê li gel serkirdeyên siyasî kiriye daku lihevtêgihîştineke zêdetir di navbera wan de çêbibe.
Serok Barzanî di axaftina xwe de tekîd li ser wê xalê kir ku pêwîste li ser esasê şîrîkatiya hevbeşa niştimanî û bi beşdariya hemû pêkahatên îraqî nexşeyê siyasiyê Îraqê li gor mekanîzma destûrê bê danan.
Serokê herêma Kurdistanê eşkere kir ku roja pêncşemiyê dê digel şandeya danûstandinakr ya Hevpeymaniya Firasyonên Kurdistanê bicive û di hevatiya bê jî de bi awayekî germî dest bi daûstandinan digel aliyên din yên Îraqî bikin.
Ji aliyê xwe ve, James Jeffrey sefîrê Amerîkayê li Îraqê got ku welatê wî bi girîngî ve piştgîrîyê li destpêşxeriya serok Barzanî dike, ji ber ku ji bo derxistina Iraqê ji wê kirîza niha tê de ye, minasibtirîn çareseriye.