Polîtîk

Ji Cezmî Ersoz bang ji bo nivîskar û weşangerên tirk

Nivîskar-Şaîr Cezmî Ersoz, bo jiholêrakirina zext û qedexeya li ser zmanê Kurdî bang li nivîskar û weşangerên Tirk kir. Ersoz di banga xwe da ji nivîskarên Tirk xwest ku pirtûkên xwe bi Kurdî bidin çap kirin. Cezmî Ersoz, ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê ji Sendîka Nivîskaran ya Tirkiyê û nivîskaran pişgirî xwest û da zanîn ku di 01.11.2010 (Duşem) saet 12:30´an de li Komeleya Mafê Mirovî (İHD) Şaxa Îstenbolê de civîneke çapemeniyê wê li dar bixe.

Gor agahdariyan parlamenterê Dêrsimê Şerafedîn Halîs, PEN, Egitim-Sen, Halkevleri, Genç-Sen, Federasyona Ciwanên Sosyalîst, Zimanzanê Kurd Fehîm Işik, Komela Huqûqzanên Hemdem, Şaîr-Nivîskar Yelda Karataş, Şair-Nivîskar Sezaî Sarioglu, Dîrokzan Erdogan Aydin, Şaîr Tevfik Taş, Rojnamevan-Nivîskar Ragıp Zarakolu, Şaîr Enver Ercan, Nivîskar Umît Kivanç, Şaîr Tarik Gunersel, Nivîskar Bilgesu Erenus û nivîskar û weşangerên Tirk û Kurd ên din û endamên İHD wê beşdarî civîna çapemeniyê bibin.

Sedat Karakaş

Back to top button