Polîtîk

Li Kurdistanê li gor pîvanên cîhanî derman tên çêkirin

Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê digel wezîrên saxlemiyê, bazirganiyê û waliyê Hewlêrê, bi minasebeta yeksaliya avakirina fabrîkaya Awamedica ya teybet bi çêkirina dermanan, serdana kargeha Awamedica li Hewlêrê kir û ji aliyê dr. Behram rêvebirê kargehê ve hatin pêşwazî kirin.

Serokê hikûmetê û şandeya pê ra bi îdareya kargeha Awamedica ra civiyan û di civînê de dr. Behram raporek li dor awayê birêveçûna karên fabrîkeya Awamedica pêşkeş kir û got:

– Awamedica yekemîn kompaniya ye li herêma Kurdistanê bi awayekê moderin, bi teknolojiya nû, kalîteyek bilind û li gor pîvanên cîhanî dermanan bo bazarê herêma Kurdistanê û Îraqê çêdike.

– Awamedica heta nuha 11 curên dermanan çêdike, biryare di meha Çirya paşîn de 10 curên din jî çêbike û heta dawiya salê hêjî berhemên xwe berfirehtir bike.

Ji aliyê xwe ve Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê kar û xebatên îdareya fabrîkeya Awamedica bilind nirxandin û got:
– Cihê dilxweşiyê ye ku li Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê bi awayekî moderin û li gor pîvanên cîhanî derman tên çêkirin.

– Hikûmeta herêma Kurdistanê piştevaniya berhemên xomalî dike û dê berhemên Awamedica jî ji aliyê hikûmetê ve bihên piştevanî kirin.

Serokê hikûmeta di berdewamiya axaftina xwede tekîd li ser wê yekê kir ku giringe nexweşxane û dermanxaneyên herêma Kurdisanê dermanên xwe ji Awamedica dabîn bikin û daxaz ji rêvebirya fabrîkayê kir ku bazarên nû ji xwe ra peyda bikin, bi taybetî berhemên xwe ji bo bajarên din yên Îraqê bişînin.

Piştî civînê serokê hikûmetê û şandeya pê ra digel rêvebiriya kargehê geryanek di nav kargeha Awamedica de kir. 

Weke tê zanîn fabrîkaya Awamedica di roja 20 şirya paşîn sala 2009 ji aliyê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê berê yê hikûmeta herma Kurdistanê hat bû vekirin û di merasima vekirinê de Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşkeş kir bû.

Ji bo xandian peyva Barzanî vê lînka li jêr veke:

http://www.krg.org/articles/detail.asp?rnr=240&lngnr=16&smap=01010100&anr=32028

PM_Barzani_Awamedica__2009_807397525.jpg

Back to top button