Dewleta serbixwe ya kurdan ne mumkun e
Serokomarê Iraqê Celal Talebanî, derbarê mirina 8emîn serokomarê Tirkiyeyê Turgut Ozal de wiha got, “Hinek mijar hene ku bala mirov dikşînin. Malbata Ozal jî dikare daxwaza lêpirsînê bike”. Talebanî her wiha xwest, pirsgirêka kurd di rêkên siyasî de bê çareserkirin.
Talebanî beşdarî bernameya kanala fermî ya Tirkiyeyê TRT beşa Erebî ya El Turkiyyeyê bû û derheqê mijarên rojane de nêrînên xwe diyar kirin. Talebanî îdîayên derbarê mirina 8emîn serokomarê Tirkiyeyê Turgut Ozal de jî nirxand û wiha axivî:
“Bîranînên min ên xweş bi rehmetiyê Ozal re hebû. Mirovekî demokrat û vekirî bû. Hest û zehmetiyên mirovan fêm dikir. Gelekî vekirî daxivî. Ji bo Ocalan jî, alîgirê diyalogê bû, dixwest pêşiya xwînrijandinê bê girtin. Lê hinek tişt hene bala mirov dikşînin. Malbata wî jî dikare lêpirsînê bidin destpêkirin.”
Celal Talebanî diyar kir ku Tirkiye xwediyê şaristaniyeke mezin e û wiha dom kir, “Ez Stenbolê pir hez dikim. Dema ez malnişînî bûm, dixwazim bîranînên xwe li wir binivîsim.”
Serokomarê Iraqê, derbarê pirsgirêka kurd jî diyar kir ku tenê ev pirsgirêk bi rêbazên siyasî tê çareserkirin.
Talebanî, derbarê PKKê û Ocalan de jî wiha axivî, “Em jî dixwazin PKK dev ji çekan berde û bikeve nav siyasetê.”
Celal Talebanî da zanîn ku dewleta serbixwe ya kurdan ne mumkun e û wiha domand:
“Em bêjin, sibê parlamentoya Kurdistanê serxwebûn ragihand û Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê jî li dijî wê şer nekirin, tenê deriyê xwe girtin. Ev dewlet dê çawa jiyan bike? Dê bi kê re bide û bistîne?”
(AKnews)