Polîtîk

Kurd li ser serjimêriyê tawîz nadin

Di civîna civata wezîran a Iraqê de devjêniyeke dijwar di navbera wezîrên kurd û wezîrê plandanînê yê Iraqê Elî Baban de çê bû.

Wezîra jîngehê Nermîn Osman di daxuyaniyekê de ji rojnameya Kurdistanê Nwê re ragihand ku wezîrê plandanînê yê Iraqê Elî Baban xwestiye pirsa ‘netewe’ ji forma serjimêrî bê rakirin. Li ser vê yekê jî di navbera wezîrên kurd û wezîrê plandanînê de devjêniyeke dijwar çê bûye.

Di derhaqê vê mijarê de berpirsê desteya karîgerî yê YNK’ê Mela Bextiyar jî wiha got: “Em bi ti awayî tiştekî wiha qebûl nakin û rê nadin ku ew biryar bi ser me de bê sepandin.”

Back to top button