Cîhan

Serokkomarê Almanya : Divê em pirrengiyê civatê bipejirînin

Serokkomarê Almanyayê Christîan Wullf di serdana Tirkiyeyê de digel Serokkomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul civîna çapemeniyê lidarxistin Wullf got : Divê em pirrengiyê civatê bipejirînin.

Serokkomar Wullf da zanîn ku azadî ji bo her aliyê civatê pêwîste û divê pirrengî jî bête pejirandin.Ez serokkomarê Almanyayê me û her wiha serokkomarê Misilmanên Almayayê me jî . Min li Almanyayê di 3ê Kewçerê de axaftinek kir û îro jî li parlamentoya Tirkiyeyê biaxifim. Hûnê bibînin di navbera her du axaftinê de ti farq tineye.Feydayên me ji bo hevudu re zehfin, divê têkîliyên xwe yên nêzîk pêşvebibirin û pirsgirêkên xwe bi awayekî hewkar çareser bikin.

Divê em pirrengiyê civatê bipejirînin

Divê li Almanyayê zarokên kesên xerîb zutir Almanî hîn bibin. Azadî ji her aliyê civatê pêwîste û divê pirrengiyê bête pejirandin. Di pêvajoya globalîzmê de gelek car emê pirrengiyê re rû bi rû bimînin. Dibe ku mirov biweste lê di heman demê de pirrengî dewlemendiyeke. Tirkiye jî dikare li cihanê rola aştiyê bilêze.

Wulf ji bo danûstendinên fermiyê li Enqereye û digel Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Karê Diyanetê Prf. Dr. Alî Bardakçıoğuyê re hevdîtinêkî pêk bîne û li Parlamentoya Tirkiyeyê axaftinekî bike. Christîan Wullf piştî wan digel Abdullah Gul ber bi Kayseriyê ve biçe. Wullf heta roja Înê li Tirkiyeyê bimîne.

Back to top button