Teknîk

Dagirkerê cihanê : Înternet

Yekîtiya Telekomunasyonên Navneteweyi ya Neteweyên Yekbûyî daxuyakirin ku li gelemperiyê cihanê bikarhênanê înternetê bû 2 milyar kes .Ew jî  ji 3/1 nufusa cihanê ye.

Li gor rapora ajansa Neteweyên Yekbûyî ya ITUyê, hêjmara bikarhênanê înternetê di nava 5 salên dawiyê de bû 2 qat. Li cihanê 6.9 Milyar mirov dijîn û bikarhênanê Înternetê ji 2 milyarê zêdetir bûn. ITU daxuya kir ku 226 mîlyon kes bikarhênanî nû ne û ji wan 162 mîlyon ji welatên pêşketî de ne.

Heta dawiya sala 2010an ji %71ê mirovên welatên pêşketiyê girêdayiyê înternetê bibin. Li welatên ber bi başiyê diçinê jî zêdebûna bikarhênanî Înternet ji %21 e. Li gor  ITU yê lezgîniya xeta înternetê ji bo mezinbûna aboriyê jî pir girînge.

Sekreterê Gişti yê ITU Hamadun Touré da zanîn ku lezgîniya Înternetê ji bo pêşketin û mezinbûna aboriyê di rolekî girîngê de ye û ji bo lezgîniya înternetê sektorên cûr be cûr vedibin û di wan sektoran de jî gelek kes têne îstîhdam kirin.Ji ber vê yekê jî reqabeta aboriyê jî fireh dibe.

Gîhandina înternetê li gor herêman jî digûhere ,li Ewropayê ji %65 li Emerîkayê ji %55, li Asyayê ji % 21.9 û li Efrîqayê jî ji %9.6 e.

 

Balkêş e ?
Close
Back to top button