Cîhan

Trump: Emê we bibînin û we bikujin..!

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku endamekî payebilind ê rêxistina DAIŞê ku plana êrîşan li Somaliyê dikir, di operasyonekê de hat kuştin.

Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û got ku wî ferman daye ku li dijî rêberê DAIŞê yê ku li Somaliyê di şikeftekê de xwe veşartiye û plana êrîşan dike, êrîşeke hewayî were kirin.

Trump diyar kir ku di êrîşê da lîder û endamên rêxistinê hatin kuştin û wiha got: “Artêşa me bi salan e li pey plansazê êrîşê dimeşe. Lê Joe Biden û hevalbendên wî qet bi têra xwe zû neçûn ku kar bi dest bixin. Min ew kir! “Peyama me ji bo kesên ku dixwazin êrişî Amerîkiyan bikin ev e: Emê we bibînin û we bikujin.

Back to top button