Şera serdana Erebistana Siûdî dike

Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera serdana Erebistana Siûdî dike. Ev jî yekem serdana fermî ya Şera ji bo derve dibe.
Hat ragihandin, Ehmed Şera 2ê Sibatê serdana Siûdiyê dike û bi Mîrê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman û hejmarek ji serkirdeyên wî welatî re dicive û gotûbêjan li ser paşeroja Sûriyeyê û pêwendiyên hevbeş ên di navbera Riyad û Şamê de dike.
Li gora hinek jûderûn Şamê, desthilata Sûriyeyê hewl didin piştevaniya welatên Ereb werbigirin, bi taybet piştî serdana Wezîrê Derve yê Siûdiyê Feysel Bin Ferhan bo Şamê di 24ê meha borî de, ku soz dabû danûstandinan bi Amerîka û Ewropayê re bike, ji bo rakirina sizayan li ser Sûriyeyê, da ku ew binesaziya aborî ya welat ji nû ve ava bikin.
Piştî ku, Ehmed Şera wek Serokatiya Qonaxa Veguhêz li Sûriyeyê hat destnîşankirin, di yekem gotara xwe de got, ew bi pisporên yasayî re danûstandinan dike, ji bo hikûmeteke berfireh ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê tê de beşdar bibin û welatê xwe ji nû ve ava bikin.