Civak

Baştirîn wefadariya bi giyanê şehîdan û rêya rast a şerê terorîstan tenê yekrêzî ye.

Serok Nûçîrvan Barzanî bi minasebeta komkujiya 1ê Şibata 2004ê li Hewlêr peyamek ragihand û bi wefadarî û rêzgirtin bîranîna vş roja tehl kir.

Peyam:

Bi boneya salvegera şehîdên 1ê sibatê em şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber giyanê wan ditewînin.

Şehîdên 1ê sibatê bûne sembola xwîna pêkverijyayî ya kurdistaniyan bi destê terorîstan ku, bê cudahî canê serkirde û têkoşerên gelê me û sivîlên Kurdistanê kirine aramnc.

Divê em vê salvegerê û bîranîna vê tawana terorîstî bikin derfetek ji bo xwenasînê û bingeha xurtkirina biratî, yekîtî û çarenûsa xwe ya hevpar.

Baştirîn wefadariya bi giyanê şehîdan û rastirîn rêya şerê terorîstan tenê yekrêzî ye û her bi vê yekê em dê bikaribin mafên xwe biparêzin û bi armancên xwe bigehin.

Silav li giyanê şehîdan û bîranîna wan her dem bi xêr be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
1ê sibatê 2025

Back to top button