Partiyên Komunistên Suriye hatin girtin

Li gorî biryarên ku di konferansa bi navê “Konferansa Serkeftinê” ya ku di 29ê Çile de li paytexta Sûriyê Şamê di bin serokatiya Tehrîr El-Şam (HTŞ) de hat lidarxistin, hat ragihandin ku partiyên ku Eniya Neteweyî ya Pêşverû ya ku ji pêkhateya wê pêk tê. Partiya Baas û hevalbendên wê jî hatin girtin. Di nav van partiyan de Partiya Komunîst a Sûriyê û Partiya Komûnîst a Yekgirtû ya Sûriyê jî hene.
Partiya Komûnîst a Yekgirtû ya Sûriyê hilweşandina partiya xwe ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyê ve weke “zulm” bi nav kir û da zanîn ku ev biryar berovajî sozên hatine dayîn e.
Herdu partiyan jî bertek nîşanî biryara girtinê dan. Partiya Komonîst a Sûriyê tekez kir ku ew biryarê qebûl nakin û dê berdewam bin ji bo bidestxistina mafên gelan û ji bo vegerandina serxwebûn û serweriya welat. Diyar kir ku divê hemû hêzên li dijî zilm û tarîtiyê têdikoşin bibin yek.
Partiya Komûnîst a Sûriyê (Yekgirtû) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku biryara girtina vê partiyê û partiyên din berovajî hêviyên demokratîk ên gelan e û rê li ber avakirina Sûriyeke nû digire. Hate tekezkirin ku wê partiyê weke partiya gel û welat berdewam be û bang hat kirin ku biryar paşve bê avêtin.
Polîtburoya wê partiyê daxwaz ji desthilatên nû yên Sûriyê kir ku li biryara xwe vegerin.
Partiya Komûnîst a Yekgirtû ya Sûriyê di sala 1986an de ji ber nakokiyên navxweyî di Kongreya 6emîn a Partiya Komunîst a Sûriyê de parçe bû.
Di parlementoya dawî ya Sûriyê de 3 parlementerên Partiya Komûnîst a Yekgirtî ya Sûriyê hebûn.
Partriyên Komunîstên Sûrî, herdemî di nava cepheyekî de li gel Partiya Baas a Sûrî cih digirtin û beşek ji desthilata Sûriye bûn. Beşek ji desthilata rejima Sûri bûn.