Nivîsar

Tirkiye û DAÎŞ

Piştî civîna NATO û herweha konferansa Parisê pirsa rêxistina terorîst a DAÎŞ kete rojeva cîhanê û bû pirsek navnetewî.

Li Himber DAÎŞê raste rast kurd û taybetî hêzên pêşmergeyên Kurdistanê sing bi sing şer dikin. Heta niha cîhan li himber DAÎŞê bê deng bû. Heta gelek welatan bi awayakî arîkariya wan dikira. Ji van welatan îro yê herî di rojevê de tê gotubêj kirin Tirkiyeye.

Tirkiye li dijê rejima Suriye arikariya hemû muxalefeta Suriye kir. Di vê çerçovê de arîkariya DAÎŞê jî kir. Di vê derbarê de gelek belge hene.

Ji aliyek din tê zanîn ku heta niha jî li deverên wek Stanbulê û Enqere endamên DAÎŞê vekirî xwepêşandana dikin û ji bo şervanên xwe xelkê û arikariyê kom dikin.

Heta  li hinek cihên ku bi wek nawendên olî têne naskirin endamên DAÎŞ ji bo tekil şer bibin li çekdaran digerin û wan organîze dikin. Taybetî Enqere û Stanbulê.

Hat îdia kirin ku Tirkiye petrola ku di destê DAÎŞ de heyî dikire. Ev yek hate nivîsandin û taybetî hinek rojnameyên Amerikî behsa vê yekê kirin. Heta nirxê petrola ku DAÎŞ difroşe Tirkiye hate kifşkirin. Birmilê 12 dolar a difroşe.  Tirkiye bi daxuyaniyên serokkomar û serokwezîrê xwe herweha daxuyaniyên wezîrê enerjiyê vê tişte red dike û wek îthamek xirab dinirxîne.

Tirkiye endamê NATO ye. Ji aliyekî endametiya NATO ji aliyek din li dijê biryarên NATO helwest girtin Tirkiye têxe deravek teng de.

Dema NATO û di serîde DYA li dijê DAÎŞ arikariya Tirkiye dixwaze, Tirkiye di vê rewşê de du sedeman dide nîşandan.

Yek girtina 49 karmendên konsulusxana Musilê ku di destê DAÎŞ de girtine û duyem Tirkiye bi tirse ku eger li dijê DAÎŞ helwestekî bigre, DAÎŞ dikare li Tirkiye dijê hukumetê çalakiyên çekdarî bike û tevliheviyek mezin peyda bike.

Heta di derbarê pirsa girtiyan de tê gotin ku, pêwendiyên Tirkiye li gel DAÎŞ hene û pirsa girtiyan jî leyiztike ke di nava Tirkiye û DAÎŞ de.

Niha Tirkiye hatiye li ber du rêyanekî yan pişgiriya DAÎŞ û rêxistinên terorîyên Îsalamî. Yan jî cîhana modern Amerika û Ewropa…

Serdana Erdogan ya Qeter jî ji aliyek xwe ve divê di vê çerçovê de bê nirxandin.

Belê dê ev yek heta çi radeyê bandora xwe pêwendiyên Trikiye û Kurdistana Başûr bike? Ev jî babetek din yê gotubêjê ye..

Nûçe:Analîz/N.Firat

 

Back to top button