Pêşmergeyên Kurdistanê pişta DAÎŞê şkanandin. DAÎŞ piştî vê şkestinê dikare li Kurdistanê hinek cihan bike armanca êrîşên terorîstî.
Ji bo vê yekê Encumena Asayîşa Giştî ya Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û daxwaz kir ku hemwelatiyên Kurdistanê hişyarbin.
Asayîşa Gitî ya Kurdistanê dide xuyakirin ku, piştî şkestina DAÎŞ di eniya şer de, ew dikarin dest karên xwe yên tirsonekî û teroristi bikin. Dê bixwazin hemwelatiyên sivîl û cihên giştî bikin armanca êrîşên xwe yên qirêj.
Ji bo vê yekê asayîşa giştî ji xelkê Kurdistanl dixwaze ku ew hişyarbin. Di daxuyaniyê de asayîş dibêje: Her tevgerek cihê gumanê be, û her tiştek şik jê hebê bi hişyarî alîkariya dezgehên berpirs bikin û pêwendiyê bi cihên pêwîst re bikin.