FlaşPolîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî: Rexne yek ji mezintirîn çavkaniyên hêza welat e

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, beşdarî rêwresma 20emîn salvegera damezrandina Zanîngeha Kurdistan – Hewlêrê bû û bi vê boneyê axaftinek pêşkêş kir; ev e jî naveroka wê ye:

Mêvanên birêz,
Endamên zanîngehê,
Xwendekar, derçûyî û dostên ezîz,

Êvara we baş,

Kêfxweş im ku vê êvarê em hemû ji bo bîranîna bîst salîya damezrandina Zanîngeha Kurdistan – Hewlêrê li vir bi hev re ne.

Heta azadiya Iraqê di sala 2003yan de, li Herêma Kurdistanê tenê yek karê me yê sereke hebû, ew jî mayîn bû. Ji ber vê yekê me hemû enerjî û şiyana xwe ji wê demê ve tenê ji bo mayînê terxan kiribû. Di encamê de ligel azadiya Iraqê, hêviyeke nû ji bo gelê me çêbû. Derfetek ji me re çêbû ku em beşekî zêdetir ji şiyana xwe ji bo avakirinê terxan bikin. Ev e bû ku bîst sal berê, me dest bi tiştekî nû kir.

Di sala 2006an de, Herêma Kurdistanê bi xwe derbasî qonaxeke nû dibû. Me rê, sazî û têkiliyên xwe yên ligel cîhanê ava dikirin. Lê wê demê baweriya min wisa bû, îro jî bi baweriyeke kûrtir bawer dikim ku girîngtirîn veberhênana em bikaribin bikin, veberhênana di zanist û di niştiman de ye. Ji ber vê yekê jî me Zanîngeha Kurdistan – Hewlêr ava kir.

Dema me ev zanîngeh ava kir, armanceke me ya zelal û neguhêr hebû: Me xwest ligel zanîngehên din ên Kurdistanê, zanîngeheke nû ku bibe yek ji baştirînên Kurdistan, Iraq û herêmê ava bikin. Me zanîngehek dixwest ku xwendin tê de bi zimanê zanistî yê serdemê be. Zanîngeheke ku bi cîhanê ve girêdayî be, pêdagirê pîvanên bilind ên akademîk be û rêzê li ramana serbixwe bigire. Beriya her tiştî, me dixwest ciwanên me fêr bibin ka çawa bifikirin; ramaneke rast û objektîf.

Birêzan..

Piştî bîst salan, gelek tişt hene ku cihê şanazî û pêzanînê ne. Divê zanîngeh şanaziyê bi wê yekê bike ku zêdetirî 3.700 ciwanên vî nîştimanî jê derçûne; şanaziyê bi rola wan a bibandor a di avakirin û pêşxistina Kurdistanê de bike.

Bi wê yekê ku ji sedî 75ê derçûyan bi awayekî çalak di bazara kar de ne û ji sedî 90ê wê rêjeyê bûne piştstûna sektora taybet, li kêleka amadebûna wan a bihêz di kerta giştî û xwendina bilind de. Her wiha zêdetirî 150 derçûyên vê zanîngehê ne tenê li dû derfeta kar negeriyan, belkî bûn destpêşxer û derfeta kar ji bo bi sedan ciwanên din ên Kurdistanê jî ava kirin.

Îro derçûyên Zanîngeha Kurdistan – Hewlêrê li hemû parêzgehên Kurdistanê motora sereke ya geşepêdan û birêvebirinê ne. Bi kiryar jî îspat kirin ku behskirin li ser perwerdeya serdemiyane û pêgihandina kesên jêhatî, serketîtirîn rê ye ji bo avakirina paşerojeke geştir ji bo welatê me.

Lê wan bîst salan tiştek jî fêrî me kir ku di sala 2006an de me bi temamî nizanibû: Damezrandina saziyekê destkeftiyek e, lê avakirina saziyeke ku şiyana fêrbûn, guhertin û mayînê hebe, destkeftiyeke din e.

Di heyama bîst salên borî de, karwana zanîngehê bê astengî nebûye. Ligel destkeftiyên berbiçav, astengiyên dijwar jî derketine pêşiya wê. Biryarên baş hebûn, biryarên wisa jî hebûn ku pêdiviya wan bi pêdaçûnê hebû. Pêwîst bû ku zanîngeh fêr bibe, xwe biguncîne, şaşiyan rast bike û ber bi pêş ve pengavan bavêje.

Divê em gazincan ji rabûriya zanîngehê nekin, belkî divê em jê fêr bibin. Çunkî sazî bi wê yekê bihêz nabe ku xwe wisa nîşan bide ku qet şaşî nekiriye; belkî bi destnîşankirina şaşiyên xwe û rastkirina wan sazî bihêz dibe. Dibe ku piştî bîst salan, zanîngeh wêneyekî nîşanî me bide ku em tê de beşek ji karwana Kurdistanê jî bibînin.

Birêzan..

Eger hûn temaşa Herêma Kurdistanê ya li sala 2006an bikin û rewşa îro jî ya li Herêma Kurdistanê binerin, em ê cudahiyeke mezin bibînin. Me îro komek tişt bi dest xistine ku rojekê ji rojan zehmet dihate dîtin ku em bikaribin bikin. Me jêrxan û sazî ava kirine, me deriyê Kurdistanê ji cîhanê re vekiriye, me têkiliyên navneteweyî bihêz kirine û me nifşekî nû û jêhatî gihandiye.

Ji bo nifşên berê nîşandana van hemû wênekirinan dijwar bû. Lê karwana me jî bê astengî nebû. Em rûbirûyî teror û şer bûn, me şerê têkbirina DAIŞê kir. Me pêşwaziyê li hejmareke mezin ji koçber û penaberan kir. Me berevaniya krîza aborî, nakokiyên siyasî, têkiliyên aloz ên bi Bexdayê re û nearamiya li seranserê herêmê de kir.

Hinek ji kêşeyên me ji wan şert û mercan hatin ku herêma me tê re derbas dibû û ne di destê me de bûn. Hinek ji wan jî çêkirîyê me bi xwe bûn. Divê ew baweriya me bi xwe jî hebe ku em wan ji hev cuda bikin. Çunkî ew dersa me ji van bîst salan wergirtiye ne ew e ku me di her tiştî de rast pêk aniye, çunkî wisa nebûye.

Ders ew e ku pêşketin girêdayî şiyana me ya fêrbûnê ye. Tiştê bi feyde be, divê em biparêzin û pêş bixin. Tiştê bê sûd be, divê em biguherin. Tiştê kevn bûbe, divê em nû bikin bi awayekî ku em çêtir bikin. Dema vebijarkên li ber destê me jî êdî bi têra xwe baş nemînin, divê wêrekî û ramana me ya afirandina vebijarkên nû hebe.

Ev prensîb ji dilê zanîngehê dertê. Eger zanîngeh xwendekarên xwe fêr bike ku gumanê ji pîvanên neguher bikin, delîlan lêkolîn bikin û bi awayekî rexnegirane bifikirin, hingê divê zanîngeh bi xwe jî li hemberî rexneyê vekirî bimîne. Kurdistan jî bi heman şêweyî ye. Ciwanên me di vî welatî de dixwazin ku rêzê li qurbaniyên nifşên berê û destkeftiyên wan bigirin. Lê rêzgirtin nabe ku bibe bêdengî.

Em nifşekî wêrek dixwazin ku cesareta pirsînê û rastkirina şaşiyan hebe. Nifşek ku dema me şaşî kir bikaribe ji me re bêje: We şaş kir. Rexne ji bo Kurdistanê ne gef e, belkî yek ji mezintirîn çavkaniyên hêza welat e. Şaşîkirin, firsendek e ji bo fêrbûnê, çavkaniyek e ji bo ezmûnê.

Cîhana îro ji cîhana sala 2006an gelek cuda ye. Zîrekiya çêkirî; perwerde, zanist, hikûmet û aboriyê diguhêre. Ew agahiyên ku berê rojên dirêj dixwest heta em peyda bikin, niha di çend saniyan de dikarin bi dest bikevin. Di cîhaneke wisa de, agahî bi serê xwe têrê nake. Pêdiviya me bi kesên wisa heye ku bikaribin cudahiyê bixin navbera agahî û zanînê de.

Cudahiyê bixin navbera dubarekirin û şîrovekirinê de. Dema bizanin ku şaş in, bikaribin nêrîna xwe biguherin. Bikaribin di bîr û baweriyê de cuda bin, bêyî ku vê cudahiyê bikin dijminatiya hev. Her wiha bikaribin wan kêşeyan çareser bikin ku me hîn çareserî ji bo wan nedîtine.

Bîst sal berê me pirsî: Pêdiviya Kurdistanê bi zanîngehekê bi çi rengî heye? Îro jî ez dixwazim pirsê berovajî bikim: Yên ku di vê zanîngehê de fêr bûne, dikarin ji bo avakirina Kurdistanekê bi çi rengî de alîkariya me bikin?

Ev bîst sal in derçûyên me diçin qada hikûmetê, bazirganiyê, zanistê, perwerdeyê û civaka sivîl. Lê hêviya me ji çûna nav saziyan zêdetir e. Hêviya me ji derçûyên me ew e: saziyan baştir bikin. Hinek ji wan jî wan saziyan ava bikin ku hîn jî tune ne û nehatine avakirin.

Hêvî dikim nifşê niha tu carî wisa nefikire ku nifşê me hemû wan derfetên ku pêdiviya Herêma Kurdistanê pê heye peyda kirine. Çunkî me nekarî hemûyan bibînin; me heta vir anî, ji vir şûn ve jî em radestî we dikin.

Tu nifş Kurdistaneke bêkêmasî û bê kêşe mîrat nagire. Nifşê me Kurdistanek bi mîrat wergirt ku zilm, şer, wêranî û qurbaniyên bêhempa ew wêne kiribû. Me hewl da wî mîratî biguherin bo asayîş, sazî, geşepêdan û derfetên nû. Nifşa we mîrateke cuda werdigire.

Hûn mîrata tiştê ku me ava kiriye werdigirin: destkeftiyên me, ezmûna me, wan karên me yên ku bê kêmûkasî û şaşî nînin. Berpirsiyariya we ne ew e ku hûn tevahiya vê mîratê red bikin, yan jî bêyî kûrbûn û lêkolînê parêzvaniyê lê bikin. Berpirsiyariya we ew e ku hûn vê mîratê baştir bikin û Kurdistanê ber bi qonaxeke din ve bibin. Heman tişt ji bo vê zanîngehê û ji bo hemû zanîngehên din ên Kurdistanê jî rast e.

Nabe ku zanîngeh bîst salên din di hewla wê de be ku wekî tiştê ku me di sala 2006an de tesewir kiribû bimîne. Belkî divê bibe zanîngeheke wisa ku em di sala 2026an de jî nikaribin tesewir bikin. Divê zanîn û zanistekê hilberîne ku niha li Kurdistanê nîne. Alîkar be di çareserkirina wan kêşeyên ku me hîn çareser nekirine. Bi baştirîn zanist û zanîna cîhanê ve bê girêdan, di heman demê de bi awayekî kûr li hember Kurdistanê berpirsiyar be; ji bo baştirkirina vî welatî. Her dem jî ew baweriya wê hebe ku li xwe hûr bibe û dîsa xwe biguhere, xwe ligel şert û mercên nû biguncîne.

Xwendekarên ezîz,
Ciwanên hêja..

Bîst sal berê, damezrandina vê zanîngehê berpirsiyariya me bû. Lê ew ê di heyama bîst salên bê de ev zanîngeh bibe çi? Zêdetir dikeve ser milê we ciwanên hêja. Tiştê ku sûda wê heye, biparêzin. Tiştê ku sûda wê nîne, jê derbas bibin. Ji destkeftiyên me fêr bibin. Ji şaşiyên me jî xwe nedin paş, jê fêr bibin. Nehêlin rêzgirtina li wan derfetên ku nifşê me afirandine, bibe sînorek ku rê li wan derfetan bigire ku nifşê we dikare biafirîne.

Armanca pêşeroja zanîngehê tu carî nebûye ku bibe bîrdariyek (abîdeyek) ji bo damezrênerên xwe, belkî armanc ew bûye ku bibe saziyek ku şiyana wê hebe ku xwe ji karwana wan derbas bike. Dibe ku pêwîst be heman tişt ji bo Kurdistanê jî bê gotin.

Mezintirîn destkeftiya me ew nabe ku nifşê paşerojê tam tiştê ku me ava kiriye biparêze. Belkî ew e: zanist, azadî û ewqas baweriya wî bi xwe hebe ku wan tiştan ava bike yên ku me nekarî ava bikin. Serketina me ya rastîn ne di wê de ye ku hûn bişibin me; serketin di wê de ye ku hûn ji me baştir bikin û ber bi pêş ve bibin.

20emîn salvegera Zanîngeha Kurdistan – Hewlêrê pîroz be. Bi hêviya ku bîst salên bê (zanîngeh û Kurdistan) bibe qonaxeke pêşketinê ya ku niha di xeyala me de neyê ku rojekê em ê bigihêjinê; bi îzna Xwedê em ê bigihêjin wê rojê jî.

Gelek spas ji bo we û hêviya êvareke xweş ji bo we dixwazim.
Ez dixwazim di dawiya axaftina xwe de spasiya wan hemû kesan bikim ku bi awayekî ji awayan beşdar bûn di çêkirina vê zanîngehê û pêşxistina wê de. Spasiya serokê zanîngehê dikim, spasiya cîgirê serokê zanîngehê, Chris, dikim ew jî li vir e û spasiya wan dikim. Her wiha dixwazim spasiya Kak Îdrîs jî bikim ku ew jî li vir e. Niha bila hinekî barê wî jî giran bikim bi wê yekê ku heta ez agahdar im kampa zanîngehê ji aliyê dîzaynê ve qediyaye, em ji vir dibêjin ku bila ew kamp di demeke zû de dest pê bike û kampa nû ji bo zanîngehê bê vekirin; çunkî bi rastî ew xwendekarên ku li vir dixwînin hêjayî wê ne, em jî ji bo vê piştgiriya wan dikin.

Pîrozbahiyê li we hemûyan dikim, li wan kesên ku derçûne; û gelek spasiya we jî dikim ku we tehemula axaftina min kir, gelekî dirêj bû, lêborîna xwe dixwazim lê baş bû we tehemul kir û hûn hemû bi xêr hatin.

Back to top button