Kultur

Yûsuf û Zuleyxa

 

Ev pirtûka bi navê Yûsuf û Zuleyxa ji aliyê nivîskar û helbestvanê Medreseya Kurdî Mele Arif Dêrsilavî ve bi tîpên erebî hatiye nivîsandin û ji aliyê nivîskar û lêkolîner Zeynelabidin Zinarî ve hatiye latênîzekirin, li Swêdê ji aliyê PENCÎNAR Weşanxaneya Çanda Kurdî ve jî hatiye weşandin.

Pirtûk, li ser serpêhatiya Yûsufê kurê Yaqûb Pêxemberî û evîndara wî Zuleyxaya jina Qiralê Misrê hatiye nivîsandin.

Çewa ku tê zanîn, deh kurên Yaqûb Pêxemberî, Yûsufê 7-8 salî yê jinbavê avêtine bîra ku Samê kurê Nûh Pêxemberî kolaye da tê de bimre. Piştre jî gotine bavê xwe ku “guran ew li çolê xwariye.”

Karwanê ku Yûsuf ji bîrê derxistiye, ew biriye Misrê li baza koleyan bi kîsek zêr firotine qiralê Misrê. Lê Zuleyxaya jina Qirêl çav berdane Yûsufî, dema ku Yûsuf xwe bi dest ve bernedaye, nebûkarî lê kiriye û Qiral ew xistiye zîndanê. 

 

Piştî 12 salana, Yûsuf bûye wezîrê çandiniyê û her deh birayên wî çûne Misrê genim jê kirîne. Wî bira nasîne, lê bira ew nenasine.

40 sal piştre milyaket Cemraîl gotiye Yaqûb Pêxemberî: “Dema te golika xwe li ber çavên çêlekê serjê kir û bû borebora çêlekê, te jî guh nedayê, ev e 40 sal in ku Xwedê jî te bi êşa kurê te Yûsuf seza kiriye. Lê va ye tu dê di nêz de bigîjî kurê xwe Yûsuf. 

Çendî ku heta niha çend nusxeyên cuda û bi Kurdiya kurmancî  li ser serpêhatiya Yûsif û Zuleyxayê hatine nivîsandin jî, lê belê ev nusxe bi hawayekî zelal û vekirî şiroveya naveroka bûyerê dike.  

Li gor agahdariyên ku gehane Rojeva Kurd,  Zeynelabidîn Zinarî roja 25ê Gulana 2014an dest bi veguhaztina pirtûkê kiriye û roja 28/ 07/ 2014, şeva Cejna Rojiyê jî dawî lê aniye. Pirtûk bi helbeskî, bi kêş û qafiye û bi yazdeh kiteyan hatiye honandin, tê de yazdeh beş û 1.127 malik hene. Li têbiniyê jî hin agahdarî hene. 

Ev nusxeya bi tîpên latênî bi forma A5 e (13×21), nivîsa bi tîpên erebî jî ku 72 rûpel in li aliyê rastê hatine bicihkirin. Îcar xwendevan dikarin ji herdu alfabeyan jî sûd werbigirin.

Bi umîda ku pirtûk sûd bide Ziman û Çanda Kurdî, li pirtûkxaneya Kurdistanê jî pîroz be.

NAVNÎŞAND:

Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî

Stockhol/SWEDEN

E-mail: [email protected]

Malper: www.pencinar.se

Back to top button