Serok Barzanî li gel berpirsên parêzgeha Dihokê civiya
Îro sêşem 16.09.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Encûmena Parêzgeha Dihokê civiya.
Li hevdîtinê de ku rêzdar Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Ferhad Etrûşî Parêzgerê Dihokê amadebûn, di destpêkê de rêzdar Fehîm Abdulla Serokê Encûmena Parêzgehê gotareke bi xêrhatinê pêşkêş kir û ji bilî nasandina Endamên Encûmenê, bi kurtî li ser pêkhata Encûmena Parêzgehê rawestiya.
Piştî wê, Serok Barzanî li gotarek da xweşhaliya xwe ji bo civîna li gel Endamên Encûmena Parêzgeha Dihokê derbirî û ragihand: Xweşhalim ku hemû pêkhatên siyasî û civakî û olî pêkve wekî yek tîm kar dikin, em hemû xelkê yek welatîn ku Kurdistane û divê biryara me hemûyan ewe bê ku yan bi serbilindî pêkve bijîn yan jî pêkve bimrîn.
Serok Barzanî tekez kir ku gelê Kurdistanê bihayekî pîroz nîşana hemû dinyayê da ku ew jî bawerîbûna bi azadiya giştî, azadiya siyasî û olî û lêborînî û pêkvejiyana aştiyane. Her ew bihayên bilind jî bûn ku wê palpiştiya navdewletî ji bo Kurdistanê li şerê gelê me ya beranber terorîstan desteber kir.
Li beşekî dinê gotara xwe de Serok Barzanî ragihand: Terorîstan artêşa pirçeka dû welatan şikand û bi wan çekan êrîşa Kurdistanê kirin û tawanekî nemirovane li Şengalê encam dan. Lê belê niha Pêşmergeyên qehreman roj bi roj serkeftinên mezin tomar dikin û terorîst nikarin xwe li beranber êrîşa Pêşmerge rabigrin. Ji bo wê yekê we dilniya dikim ew terorîst û hevkarên wan sizaya tawanên xwe werdigrin û Şengal û navçeyên din jî têne azad kirin û xelkê wan navçeyan bi serbilindî vedigerin cihên xwe.
Serok Barzanî spasiya hemwelatiyan û îdareya Parêzgeha Dihokê kir ku bi dil ve wê hejmara zêdeya lêqewimiyan himbêz kir û hewandin û xizmetkirina koçber û lêqewimiyan bi erkêkî pîroz zanîn û tekez jî kir ku çareser eweye ew koçber bi serbilindî vegerin nav malên xwe.
Serok Barzanî tekez jî kir eger xeyala dijminan ewe bûbê ku bi êrîşa Kurdistanê dikarin gelê me neçar bikin dest ji mafên xwe yên rewa hilbigrê û ji proseya diyarkirina çarenûsa xwe vekişê ewe bila baş bizanin tu hêzek nikarê îradeya gelê me zeft bike û tu demekî bi paşve venakêşîn û destberdarê mafê biryardana li ser çarenûsa xwe nabîn.
Li dawiyê de dergeha guftûgo û pirsiyaran ji bo Endamên Encûmenê hate vekirin û Serokê Lîsta Pêkhatên Siyasî û Olî dîtin û nêrînên xwe xisterû û Serok Barzanî jî bersîva pirsiyarên wan da.
Serokê Herêma Kurdistanê li gel Berpirsê yekê yê îdarî û Serokên Zanîngehan û Birêveberên Giştî yên Parêzgeha Dihokê re civiya
Bi mebesta agahdarbûna ji rewşa kargêriya Parêzgeha Dihokê û naverokên wan û çawayiya yarmetîdan û hewandina koçberan û her wiha ew kêşe û giriftên li qeza û nahiyeyan û kargêriyên vê parêzgehe, îro sêşem 16.09.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Parêzgerê Dihokê û Qaymeqam û Berpirsên yekê yê îdarî û Serokên Zanîngehan û Birêveberên Giştî yê Parêzgeha Dihokê civiya.
Li vê kombûnê da naveroka yarmetîdana koçberan û amara wan koçber û penaberên li Parêzgeha Dihokê nîştecîhin û kêşeyên wan yê dabînkirina xorek û tendirustî û her wiha kêşeya dewama xwendingehan xistin rû ku bi sedema nîştecîhbûna koçberan pêkhatiye.
Her li vê civînê de Serok Barzanî li gotarek da spasî erk û keda hemwelatiyan û îdareya parêzgeh û îdariyên ser bi Parêzgeha Dihokê kir ku hemû şiyanên xwe ji bo yarmetîdana koçberan xistine rû û balkişand li ser wê yekê ku barekî gelek giran li ser milê vê parêzgehê ye û bi deng ve hatina xelkê parêzgeha Dihokê jî cihê destxweşî û şanaziyê ye.
Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî tîşk xiste li ser rewşa siyasî û emnî û her wiha êrîşa terorîstan û li vî derbarî de berçavrûniya pêwîst ji bo beşdarbûyên civînê xiste rû. Di derbarê giriftên koçberan Serok Barzanî bi pêwîstî zanî ku ji bilî gihandina hevkariyên seretayiyên bi lez kar li ser eve jî bê kirin koçber vegerin ser mal û warên xwe û bêne parastin.
Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de behsa xweragiriya xelkê Kurdistanê û qehremaniya Pêşmerge û yarmetiya dostên gelê Kurdistanê kir û ragihand ku niha destpêşxerî li destên hêzên Pêşmerge daye û terorîst şikestên mezin xwarine û eve jî şanaziyekî mezine ji bo gelê me ku terorîst li ser destê Pêşmerge tûşî şikest û paşvekêşiyê dibin. Serok Barzanî eve jî xisterû ku yarmetîdana cîhana azad û bi denge ve hatina li ber wê bihaya bilinde ku gelê me bawerî pê heye wekî pêkvejiyan û azadîxwazî û aştî ku divê em hemû wan bihayan biparêzîn û geş bikin. Serok Barzanî beşdarbûyên civînê jî ji wê yekê dilniya kir ku bi her nirxek bê navçeyên dagîrkirî ji destê terorîstan rizgar dikin û xelkê wan navçeyan bi serbilindî vedigerin cihên xwe.
Li beşekî dinê vê civînê de Qaymeqam û Berpirsên yekê yên îdarî û Serokên Zanîngehan û Birêveberên Giştî yên sînora parêzgeha Dihokê di derbarê baştir bûna jiyana koçberan û rewşa kargêriya parêzgeha Dihokê têbînî û pêşniyarên xwe ji bo Serok Barzanî xistin rû û Serok Barzanî jî berçavrûniya pêwîst di derbarê pêşniyar û têbîniyan ji bo amadebûyan şîrove kir.