CivakRojev

Tirkiye li Qmişlo bi doronê êrîş kir

Balefireka Tirkiye ya bû pilot(Drone) li rojavayê Kurdistanê Qamişlo êrîşê otomobilekî kir û di encamp de 3 kesên di otomobilû de jiyana xwe ji dest dan. Har zanin ku kesên jiyana xwe ji dest dane, Kesên ku jiyana xwe ji destayîn, Yûsif Gulo û 2 kurên wî Mihemed û Mezlûm Gulo ne. Yûsif Gelo siyasetmedarek naskiriye û bapîrê Serkirdeyê HSD Rêzan Gulo ye. Tirkiye heta niha çend êrîşên bi vî awayî li rojavayê Kurdistanê pêkanîne û hinek berpirsên HSDê jiyana xwe ji dest dane.

Li gora nûçeya Rûdawê, dema peyamnêrên Rûdawê çûne cihê bûyerê rastî êrîşa berpirsên asayîşa PYDê hatine û kelşperên Tima Rûdawê ji wan standine.

Di nûçeya Rûdawê de dibêje: Dema tîma Rûdawê gihişte cihê bûyerê û dest bi karê xwe kir, çend kesan êrîşî ser wan kir û mayka Rûdawê, kamera û amûra weşana zindî ya Rûdawê ji wan standin û avêtin ser zeviyê û piştre birin. Herwiha sixêf û gotinên nebaş ji wan re gotin, hevdem wan kesan êrîşî ser tîma Rûdawê jî kirin.

Di dema wê êrîşê de, Fehed Sebrî, Beripsê Nivîsgeha Tora Medyayî ya Rûdawê çû cem wê tîmê, ji bo alîkariya wan bike û ew jî bi boksan êrîş li ser hate kirin.

Berpirsê Nivîsgeha Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo dibêje, ewên ku êrîş kirine, nêzîkî heft kesan bûn û bi Kurdî diaxivîn, lê ew nizanin ew kî bûn.

Piştî êrîşa li ser tîma Rûdawê, Fehed Sebrî çû cem Hêzên Asayişê ku li cihê bûyerê bûn, û behsa êrîşa li ser tîma Rûdawê kir û daxwaza wergirtina kelûpelên xwe kir, lê wan jê re got, piştre were baregeha Asayişê li Qamişlo, ji bo wergirtina wan kelûpelan.

Fehed Sebrî destnîşan kir ku îşev demjimêr 20:00an çûye beregeha Asayişa Giştî ya Qamişlo, li Navçeya Pîşesaziyê ya (Sînaa) ya wî bajarî, ji bo ku kelûpelan werbigire, lê li wê derê jê re hate gotin, ku aniha kesek li vê derê nîne û sibe were.

Back to top button