PolîtîkRojev

Danûstandinên PYD û rêjîma Sûriyê bo wê ye rêjîm vegere Rojavayê Kurdistanê

Serkirdeyekî Rojavayê Kurdistanê dibêje, ew danûstandinên ku niha di navbera PYD û rêjîma Sûriyê de hene ti pêwendiyek wan bi mafên netewî yên kurdan ve nîne.

Endamê desteya serokatiya ENKSê, Faud Elîko ji BasNewsê re got, ew danûstandinên ku niha di navebrera PYD û rêjîma Sûriyê de tên kirin, ti pêwendiyek wan bi mafên netewî yên kurdan ve nîne. Rêjîm jî bo xatirê PYDê ti guhertinekê di Destûra niha ya Sûriyê de nake.

Fuad Elîko her wiha got, ew tişta ku rêjîm wek maf dide kurdan ji wê derbas nake ku di Destûra 2021 de hatiye ziman. Ew jî tenê hinek mafên kulturî ye mîna fêrbûna zimanê xwe di çarçoveya qanûn û Destûrê de.

Wî serkirdeyê Rojava da xuyakirin jî, encamên wan danûstandinan teslîmkirina herêmê ye bo rêjîmê, mîna ku li Dera qewimî. Dê cihên ku neft lê hene teslîmî rêjîmê bikin û hêzên HSDê jî tevlî sîstema serbazî ya rêjîmê bikin bi çavdêriya Rûsya.

Wî serkirdeyê ENKSê behsa gotinên serkirdeyê PKKê Cemîl Bayik jî kir û got, daxuyaniya Cemîl Bayik bo rojnameya Nehar di heman arasteyê de bûn ku têkestî li ser pêwendiyên xwe yên xurt bi rêjîma Sûriyê re dikir û PYD jî erkdar kir da ku pêwendiyên xwe bi rêjîmê re nû bikin.

Çavkaniyekî kurd yê nêzîkî HSDê ji BasNewsê re got, danûstandin di navbera rêjîma Sûriyê û PYDê de bi çavdêriya Rûsya birêve diçe. Zêdebarî wê yekê ku rêjîmê çend merc danîne pêşiya şanda PYDê lê dîsa jî danûstandin berdewam e.

Wî jêderî da zanîn jî, rêjîm qebûl nake di Destûrê de guhertinê bike û zimanê kurdî wek zimanê fermî li deverên kurdan were bikaranîn her wiha red dike hebûna îdareya xweser û hêzên kurdî li wir qebûl bike.

Çend roj berê jî çavkaniyekî ji Rojava gotibû, di navbera HSD û Rûsyayê de danûstandin hene da ku hêzên HSDê 32 km dûrî sînorên Sûriye û Tirkiyê bikevin û wan deverên ku jê vedikişin jî teslîmî rêjîma Sûriyê bikin da ku pêşiya operasyona serbazî ya Tirkiyê bigirin.

Back to top button