”KURMÊ ŞÎRÎ HETA PÎRΔ
(PISÎKA XWENEDA Û MIŞKÊ MALÊ)
Pêşiyên Kurdan gotine: KURMÊ ŞÎRÎ HETA PÎRÎ.
Bêguman şexsiyet, kesayetî, xuy û karakterên mirovan di mezinbûn û bi pêşketina mirovan de pir girîng in.
Diyar e ku di zarûktiyê de şexsiyet, kesayetî, xuy û karakterê meriv çi bin, çewa di mejiyê meriv de cih girtibin, ji dema zarûktiyê heta dawiya jiyana meriv, ew tişt bi meriv re didomînin.
Lê belê ev hawe bûye sedemê nîqaşeke mezin di nava civatê de û hin kesên zanistiyê dibêjin ku xwendin van karekteran dide guhertin. Hinek jî dibêjin ku xwendin wan nade guhertin.
Çendî ku niha 370 çîrokên Folklora Kurdî li ber destên min hene û di piraniya wan de jî diyar dibe ku karekterên meriv bi xwendinê zêde nayên guhertin, xasma ev gotina Pêşiyan jî ku gotiye KURMÊ ŞÎRÎ HETA PÎRÎ, lê dîsa jî min nedixwest ku ez bawer bikim û min bawer dikir ku xwendin wan tiştan bi meriv dide guhertin.
Kesên perwerdekar li zanîngehan dema perwerdehiya zanistiyê, xasma ên weke lîsansa bala û doktorayê didin xwendekarên xwe jî, lê dîsa jî ew nikarin xwendekarên xwe bêxin wê forma ku ew dixwazin.
Ew hawe perwerde ji bo sewal û ajalan jî her wisan e.
Sergêjiya perwerdekaran ev e ku ji mirovan zêdetir, dema ew sewal û ajalan jî perwerde dikin, çikas perwerde bikin jî, dîsa nikarin tê de serkeftî bibin.
Ji ber hindê, bi kurtî dikarim bêjin, berî her tiştî şexsiyet, kesayetî, xuy, karakter û toreya nijadî girîng in ku meriv di zarûktiyê de fêr bibe. Ji bo parastina wan heyînan, perwerdehiya bingehîn û ya herî baş, perwerdehiya malbatî û ya civata meriv e.
Meriv çi qas bi xwendinê perwerde bibe bila bibe, ew tiştên dema zarûktiyê ji meriv cuda nabin û hertim meriv didehfînin ser wan tiştan.
Ez li vîdeoyekê rast hatin ku çîrokan bi wêneyên aşûbî digot, baweriya min bi temamî da guhertin ku xwendin wan tiştan nade guherin.
Pêşî lêborîn ji çîrokbêjê Kurd dixwazim ku niha navê wî nayê bîramin, di çîrokê de weha digot:
. Paşayekî gotiye ku xwendin karekterên meriv dide guhertin.
Wezrî Paşê jî gotiye:
. Na, xwendin karekterên meriv nade guhertin.
Paşe ji bo ku Wezîrê xwe li derewînê derxîne, civatek ji rispiyên bajêr amade kiriye û gotiye wan:
”Şeş meh ji we re molet, dixwazim hûn pisîkekê perwerde bikin ku xwarin û vexwarin li civatê bigerîne.”
Wan zaneyan şeş meh pisîkekê perwerde kirine. Pisîk wisa rind fêr bûye ku mîna mirovan, teyfikên xwarinê dibe datine ber mêvanên li civatê…
Piştî şeş mehan, Paşayê bajêr agahdar kirine ku pisîk êdî rind fêr bûye û xwarin û vexwarin li mêvanan belav dike.
Xxx
Paşê daxuyaniyek belav kiriye ku filan rojê, li filan hola bajêr civîn heye bila her kes were, bibînin ku pisîk mîna mirovan xwarin datîne ber mêvanan.
Paşa û Wezîr li kêleka hevûdu rûniştine û hola bajêr ji mirovan tije bûye.
Pisîk jî teyfikên xwarinê yeko yekê dibe datîne ber mêvanan…
Paşa bi dengekî bilind gotiye:
. Wezîr, Wezîr, te digot ku xwendin meriv nade guhertin. Dibînî va ye pisîka me çewa teyfikên xwarinê li mêvanan belav dike!
Wezîr jî gotiye:
. Paşayê min, ez dîsa jî dibêjin ku xwendin bingeha meriv nade guhertin. Ka li min û Pisîkê temaşe bike:
Dema Pisîk hatiye ku xwarin deyne ber Wezîr û Paşê, ew mişkê ku Wezîr berê xistib berîka xwe, derxistiye û hêdika avêtiye pêşiya Pisîkê. Îcar çaxê ku Pisîkê ew mişk dîtiye, teyfikên xwarina ku wê danîbûna ber Wezîr Paşê, hema avêtine erdê û daye ser mişkê ku direviya.
Îcar Wezîr berê xwe daye Paşê û civata rîspiyan û gotiye:
. Eger meriv li gor toreya xwe ya nijadî perwerde bûbe, ne xwendin, ne jî tiştek din, meriv nadin guhertin. Li Pisîkê binerin ku çewa dide ser mişkê hanê…
Silavên germ ji Swêda sar û sermayê…
04/ 11/ 2021
Zeynelabidin Zinar