Li gor daxuyaniyê, şanda PDKê pîrozbahiya Serok Barzanî û serkirdeyên PDKê gihande Mistefa Kazimî ji ber rizgarbûn û selametiya wî ji wê destdirêjiya terorî ku çend roj berê Serokwezîrê Iraqê kire armanc.
Şanda PDKê destexweşiya wê qebareya mezin a şermezarkirina wê kiryara terorîstî kir, ku li ser asta navxwe û navdewletî bi awayekî berfireh piştevaniya xwe ji bo gel û hikûmeta Iraqê li dijî kiryarên bi vê cûreyê yên tawankarî nîşan dan.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di hevdîtinê de li ser geşedanên siyasî yên herî dawî gotûbêj hatiye kirin û tekezî li ser girîngiya pêkanîna hikûmeteke niştimanî kirine, ku bikare rûbirûyî astengiyên ewlehiyê bibe, yasayan bike serwer, asayîşa welatiyan biparêze û bêhtir hewla derbasbûna qeyranan bide.
Ev di demekê de ye ku çend roj in, şanda PDKê ji bo nirxandina nêrîn û ramanên aliyên Iraqî, li Bexdayê ye û armanca sereke ya vê serdanê ew e ku ligel aliyên bi bandor ên Iraqê biaxivin û bi nêrîneke giştî vegerin Herêma Kurdistanê û encamên hevdîtin û gotûbêjên xwe ji serkirdetiya PDKê û aliyên din ên Herêma Kurdistanê re pêşkêş bikin û piştre li ber siya wê têgihîştinê, hewl bidin civîneke giştî di navbera aliyên Kurdistanî de encam bidin û piştre hinek biryar li ser destpêkirina danûstaninên ligel aliyên Iraqî werin dayîn.