Nivîsar

Tirkiye kurda ji xwe dûr têxe

Ji rojnama Financial Times editorê pewendiyên navdewletî David Gardner, behsa şerê Tirkiye li gel kurda dike û dibêje dewsa Tirkiye li gel kurda şer bike bila  hevkarayê wan re bike. Ev helwesta Tirkiye li herêmê Îranê bi hêz dike.Gardner dide xûyakirin ku, eger nezikbûna Tirkiye ya kurda berdewam bûya dê niha rewşa Tirkiye geleki baştir bûya. Rojname dide xûyakirn ku Tirkiye li ser zerera xwe kurdên bê dewlet ji xwe xerib dike.Gardner behsa Êrîşa Tirkiye ya Efrinê jî dike û dibêje: Ev operasyona bi navê “çekilê zeytûnê“ li Tirkiye pişgiriyek mezin dibîne. Erdogan roj bi roj qewmiyetê geştir dike. Tê gotin ku ji bo Erdogan tenê dewletê rêve bibe dikare hilbijartinên pêşdemî jî pêkbîne.Niviskar dibêje: Ev operasyonên derveyê sinorên Tirkiye, barek giran li ekonomiyê dike.Gardner dide xûyakirin ku, siyaseta Erdogan ya ji berî 5 salan di derbarê kurdan de baştir bû Erdogan siyasetek pragmatik rêve dibira. Dema Erdogan li Tirkiye di aliyê çandi û siyasî de rê li ber kurda vedikir, bandora wî li ser kurdên beşên din jî zêde dibûya, Erdogan hizdikir ku kurdên beşên din jî bikşîne di bin kontrola xwe de.Gardner: Ev fikra Erdogan gelek bi cesaretbû. Kurdên beşên din jî bêxe di bin bandora Tirkiye de û bi vê yekê xeyala Kurdistana mezin jî kêm bike.Erdogan bi vê siyaseta xwe dikariya xwe li himber siyaseta Şîe ya ku li ser xeta Tehran Bexda heta bighe Libnanê hatî avakirin biparêze.Edîtor dibêje: Lê leyiztikên Îranê Kurdên Iraqê parçe kir. Ev bû sedem ku petrola Kerkûkê bi rêya milisên Şîe yên hevalbendên Îranê hate kontrolkirin.Ji aliyek din ve, piştî êrîşa Tirkiye ya Efrinê, hêzên Suriye ku Îran li pişta wane axa ku li bakurê rojavayê Suriye  winda kirî ji nû ve şûnve vedigirê.Ev hemû dibin sedemek mezin ku Îran li herêmê hêztir dibe.

Back to top button