Civak

Tifaqa Welatperwer û Demokrat ofisa xwe li Qoserê vekir

Tifaqa Welatperwer û Demokrat li Qoserê buroya xwe bi beşdarîyeke girseyî vekir

Tifaqa Welatperwer û Demokrat roja 23.02.2019an li Qoserê buroya xwe bi beşdarîyeke girseyî vekir.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, namzedê serbixwe yê bajarê mezin ê Mêrdînê Abdulkadir Demir,namzede serbixwe yê Qoserê Şeyhmus Ünal, namzedê serbixwe yê navçeya Kayapinar a Amedê Zeki Ekinci, gelek sîyasetvanên Kurdistanî; rêvebir, endam û alîgirên PAK û PSKyê gelê me yê Qoserê bi girseyî beşdarî vekirina buroya Qoserê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat bûn.

Di vekirina buroya hilbijartinê ya Qoserê de Serokê Teşkilata Mêrdînê Bedran Acar, axaftina destpêkê kir.

Paşê jî Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, namzedê serbixwe yê bajarê mezin ê Mêrdînê Abdulkadir Demir,namzede serbixwe yê Qoserê Şeyhmus Ünal,di derbarê armanc, girîngî û rola Tifaqa Welatperwer û Demokrat de axaftin.

Piştî axaftinan, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, namzedên Tifaqa Welatperwer û Demokrat li gel girseyeke mezin di nav bajarê Qoserê de meşîyan. Gelê me yê Qoserê eleqeyeke baş nîşanî girseyê dan.

 

Back to top button