Polîtîk

YNK bersiva nameya serok Barzanî da

Roja23.02.2019ê Polîtbûroya YNK civiya.û di derbarê rewşa xwe ya dawî gutobêjek kirin. Piştî civînî

Berdevkê YNKê Letîf Şêx Umer konferansek rojnemevanî li darxist û behsa naveroka civêna YNKê kir. Berdevkê YNKê got: Polîtbûroya YNKê îro êvarî seat 17.00 bi serokatiya cenabê Kosret Resûl Elî ji bo geşedanên vê dawiyê civiya. Birêz Mesûd Barzanî nameyeke dostane ji birêz Kosret Resûl re şandiye. Polîtbûroya me bi rêz û teqdîr pêşwaziya nameyê dike. Birêz Kosret Resûl jî bi heman awayî nameyek dostane ji bo Serok Mesûd Barzanî rêkir.”

Letîf Şêx Umer da xûyakirin ku ew hêvî dikin ku di demeke nêzîk de herdu polîtbûroyên Partiya Demokrata Kutdistanê û YNKê hevdîtineke pêk bînin.

Derbarê rêkeftina di navbera YNK û PDKê de jî Umer wiha got: YNKê helwesta xwe di civînê de dîsa wek berê diyar kir. Derbarê rêkeftinê de projeyeke me ya siyasî ya ji paketan pêk tê heye. Hemû alî hurgiliyên wê dizanin. Birayên mê yên PDKiyî ji civînên me dizanin helwesta me çawaye. Biryarên ku em di asta serokatiyê de bidin em dê PDKê jê agahdar bikin..

Dixweyê YNK hêdî helwesta PDKê û aliyên din yên siyasî vekirî dibîne û li gora vê yekê jî pê dihese kuhêdî bi şantaj a siyaset nayê kirin. Di konaxa Kurdistan têre derbas dibe jde, beşdariya YNKê di hukumeta Kurdistanê de girînge. Lê eger YNK li serê xwe siwarbe bê YNK jî hukumet tê damezirandin û prosesa siyasî bi rêve diçe. Dema bê ku YNK amade bibe Parlementoya Kurdistanê civiya û desteya serokatiya xwe hilbijart, wek rastiyek tehl ji bo YNKê jî bo peyamek

Back to top button