Tifaqa bê nav

0
8

HDPê li gel IYI Parti û CHPê li hinek bajarên Tirkiye tifaqa hilbijartina kiriye. CHP li vê tifaqê eşkere xwedî dernakeve. Ji aliyek din ve IYI Parti beşek ji MHPê ye û tu cudahiyek di navbera van herdu partiyan de tuneye. Di bingehê xwe de seroka vê partiyê Meral Akşener demekî wek wezîra navxwe ya Tirkiye kar kiriye û gelek kesayetên kurd, welatperwer bi biryara vê xanimê hatine kuştin.

Meral Akşener kete di nava MHPê û rêveberiya vê partiyê de kar kir. Lê ji bo hinek nakokiyên rêxistinî ji MHPê veqetiya û li gel hinek hevalên xwe IYI Parti damezirand. Parti jî wek MHPê nijadpereste . Bi awayek din ha HDPê li gel MHP û ha li gel IYI Partiyê hevkari kiriye tu cewazî tuneye.

Ji xwe CHP jî li tifaqa li gel HDPÊ xwedî dernakeve û IYI Parti vê yekê qebûl nake. Lê rastî cudaye. Di rastiya xwe de li ser erdê li 7 bajaran yanî li wan bajarên ku HDP berbijêra dernayexe, tifaq hatiye kirin. Tifaq navbera CHPê, IYI Parti û HDPê de hatiye çêkirin. Ev tifaq çikas veşartî be û bê nav be jî di rastiyêde pêkhatiye.

HDP ji bo vê tifaqê biparêze nikare tu sedemekî bide pêş. Berdevkê HDPê di derbarê vê tifaqa ku jê şerm dikin de dibêje: Tirkiye ji aliyê koalisyona AKP û MHP ve tê îdarekirin. Rêveberiyek êrîşkar, şerxwaz û tu guh nade li peymanên navdewletî. Gelek girînge ku di hemû waran de em vê siyasetê ji nav bibin. Ji bo vê , ji bo em cih li koalisyona AKP û MHP teng bibe hemû gavên demokratik meşrûnedibînin. Me biryar daye ku ewên vê gavê bavêjin em li gel wan bi rêbikevin.

Daxûyaniya HDPê vekiriye, tifaqa ku kirîn şermê jê dikin. HDPê kaşo li gel hinek aliyên kurd jî tifaqa kurdî pêkaniye. Gelo ev partiyên li gel HDPê rêketîn ji bo Tifaqa Bê nav çi dibêjin? Şirikatiya siyaseta HDPê dikin yan na?

Nûça/ Anliz

R.K

Nerîna min :