Min dît û nabêjim(Roman)

0
11

Silêman Çakir

Mirov dema êsîr bê, tim bi şik û gumane. Ey Xwada bindestî çiqas ne xweşe. Mirov çawa xwedî çand,kûltir, ziman,Gel û welat bê û bi hezar sale bindest û li welatê xelkê penaber û êsîr û ji her tiştê xwe mahrum bê.
..Ev çawa edalet û wîjdane? Gelo çime?Jibon çi ev wêran tî bûye pare Kurdê, gelo çiqas şexsê Kurd penaber û seti bûne? Dema gardîyan ez birim qaxuşê û dengê Kurd hate gûhê min ,zîndan kirin min jibîr kir. Ji gelek bajare girtî hebûn lê ji Êlîh xortek hebû, navê wî (H) bû. Di şerê navbenda Kurda de birîndar bûbû û qezetore, piştre darbê ku ji pişta xwe xwaribun şanî min da ,ez heybet mam.wene yê bavê netew ji bêrîke xwe derxist û şanî minde ku ez evim,lê bi xîyanetê xwestin min bi kûjin, Xwadayê mezin ez ne kûştim. Ez bi giranî birîndar bûm û Xwada limin hate rehmê.
..Piştî çend roje girtîyê li qaxuşê hatin cem hevdû û gotin em tevde jibon xizmeta mamoste amedene, min ku na, ez jî yek ji weme û emê bi hevdûre bi edaletî jibon hevdû xizmetê bikin..Çend mirovê egoist di xwestin gengaşîye der xin lê cesaret ne dikirin..Qaxuş yek ode bu,hewşa wè bîst metre ancix hebû, piştî heyvek û nîv ez liwir girtî mam.Roja sê yem parezer hate dîtna min û ku di heyva Îlonê de hûnê derkevin dadgehê û rewş ne xerabe, çaxê em li komelê min berî ku medya re hevpeyvîn bikim Eşber Rênçber jî hatibû dîtne min.
..Piştî hatine parêzer malbat jî hatibû dîtna min ,lê tiştekî bâlkêş hebû em bi teşefonê mijûl di bûn, di navbenda mede cam hebû û têl. Keçkâ min şeş -heft salî bû gelekî min xwest ez wê himbêz bikim lê destur ne dan. Em tevde xemgîn bûn. .Piştî çend deqîqe hev dîtin xilas bû. Ew vegerîyen malê û ez jî hatim qaxuşê. ..
…DEMEKE NÛ…
Çêbû gelek sal.
..Em hatin Kûştin.
Bav û kâlê me.
..Hatin şeniqandin.
Mirin zarok.
..Û dayîkê me.
Şehît ketin,
..xort û keçê me.
Vaye em.
..Hatin demeke nû …!
Berdewame helbestê heye.
..Pirtûk :Xewna Min..
..Rûpel :152-153.
..Nivîskâr :silêman Çaqir.
Ez wê Şevê raneketim.Malbat, welat û rewşa Gel û şer û pevçûnê ku pêk di hatin jibon min xemeke mezin bû. Xortê Êlîh fahm kir ku xewa min nayê hate cem min ku xema meke wê ev jî derbas bibin,lê bi sale wext derbas bû, bindestî û şer xilas nebûn. ….?:?,Çiqas bâlkêşe ku Milletekî di her warîde parçe parçe bûbê û hezar sale bindest û wêran bê, bi ser hâlê xwede ew jì di nav xwede neyartîye xwe bikê.
..Ev çi aqîbeteke xerab û bê mîne ye. Zîndan şert û mercê wê gelek giran û ne xweşin.Ser biser mirovê zîndankirî bi gelek bûn Kurdin. Di wa şertê xerab de dîse parçene. Mirov fedî dikê û nexweş dibê ji kerbâ.
..Piştî parezer û malbat hate dîtnê Wextek derbas bû gardîyan ku 13/09/1995’de hûn derdikevin dadgehê li payîtexte û dadgeha DGM reqema duyeme. Min ligor agahdarî yê xwe amede kir û Heyva Îlonê 13’de min xatir ji girtîye xwest û ez derketim salone zîndanê. Piştî nîvro em gihiştin payîtext. Min jî bi zanebûn berkê xwe rengîn li xwe kiribû. Parezer (A.Î. D )bû. Xortekî delal û bi edeb û zane bû. Piştî esrê em ketin salone mahakemê..Texrîben çar (4)seatte berdewam kir…..Selce vebû û nav û kûnye min sawci xwend. Rast kirin xilas bû û dest bi suçdarîyê kir…
Geh agirbest û geh şer.Tiştê di ketin rojevê mîne lîstikê zaroke bûn. Çalek ser çaleke pêk dihat û kolane vala nediman. Gel bi dil can piştgirî dida.Di her warîde di ku ez amedeme.
..Hilbijartin dest pê dibû, bê şik û guman serkeftin pêk dihat.Şaredar liser projê dîrokî biser ne diketin. Lê gûhertinek pêk dihat.Tim sanci û pisgirêk di rojevê de bûn.
..Denge xerabû û şer pevçûn giranî pêk hat.Li bajarê ku serkeftin mezin bû, tim pevçûn bû. Girtine dikane Gel aciz dikir ,lê rexne qedexebûn. Tehlûke mezin dihat.
..Wisa bu ku bîryar kete destê zaroke. Dema mirovekî rexne tanîn ew dikete tehlûkê de. Sîstem bi ezbere di çû ser meselêde. Jivan minasebeta çareserî ne dihat. Parçe bûn liber derî li benda firsetê bû. Komarê gavê nû avêtin.Hinek hatin cem hevdû û rewş nîqaş kirin.
..Qomite ava bûn û lîkolîn pêk hat.Partîyê nû derketin û ser biser wextê derbas bûbû rexne kirin.Ji va rexne Gel cesaret sitand.Partîyeke nû hate serî. ..Geh agirbest û geh şer.Tiştê di ketin rojevê mîne lîstikê zaroke bûn. Çalek ser çaleke pêk dihat û kolane vala nediman. Gel bi dil can piştgirî dida.Di her warîde di ku ez amedeme.
..Hilbijartin dest pê dibû, bê şik û guman serkeftin pêk dihat.Şaredar liser projê dîrokî biser ne diketin. Lê gûhertinek pêk dihat.Tim sanci û pisgirêk di rojevê de bûn.
..Denge xerabû û şer pevçûn giranî pêk hat.Li bajarê ku serkeftin mezin bû, tim pevçûn bû. Girtine dikane Gel aciz dikir ,lê rexne qedexebûn. Tehlûke mezin dihat.
..Wisa bu ku bîryar kete destê zaroke. Dema mirovekî rexne tanîn ew dikete tehlûkê de. Sîstem bi ezbere di çû ser meselêde. Jivan minasebeta çareserî ne dihat. Parçe bûn liber derî li benda firsetê bû. Komarê gavê nû avêtin.Hinek hatin cem hevdû û rewş nîqaş kirin.
..Qomite ava bûn û lîkolîn pêk hat.Partîyê nû derketin û ser biser wextê derbas bûbû rexne kirin.Ji va rexne Gel cesaret sitand.Partîyeke nû hate serî. .Şêre dibin himbêza ergeneqon û xeta reş de gelek zerar û zîyan ku dane Gelê Kûrd û bi taybetî li Bakur wek bajarê Êlîh,Nisêbîn û Farqîn .Piştî ku ew şerê bi qirêj rawist teqtîk hatin gûhertin.
..Wek çalek û ser hildan dihate naskirin,lê di bingehîya xwede jibon xilas kirine Kurd berdewam bû ev şerê bi qirêj.
..Bi hezare zarok pîsîqolojîye wa xera dibû û malbat hebûne xwe winda di kir.
Gel fedekâr û dilxwaz bu, lê kedà feda dikir li himberê wê kedà wê çi bistînê ji xwe ne dîyar bû. Girtin bi hezarî pêk dihat û mîne dîwarê ku ji Bedena xwe bê qelandin roj bi Roj parçe bûn pêk dihat.Her xetê ku hebûn peznê xwe dida û ên ku winda dikir Gel û welat bû. Tim xepandin bi ser diket û pisgirêk mîne birîne ku xwînê winda bikê dikete qoma û giran di bû. Ne çûne meclîsê û ne hilbijartine wezîre birîn derman ne dikir.
..Her dem û her wext ciwan kêm di bûn û ev dolabe xerab kî di gerênê dernediket holê. Meş û mitîng pêk di hatin lê gûhertin nebû û Gel di her warîde winda dikir.Ên ku dikete qafesa xeta reş de an welat terk dikir û an jî dikete zîndanê. Sûndê li meclîsê mîne lîstike zaroke ji rojevê de derdiket.Aşîtîyê kî bi kêre dikê ne dîyar bû, agirbest hew dibû çareserî û pêşeroje Gel dikete reşayîyê. Gelo em diçin bi kûder de ?Pirs bê bersiv dima. Çiqas zore ku mirov bindest û çareserîyê nizanibê. Mirin gelek arzane li welatê min.Mîne jine ji Vîetnamê ku lawo hengî em mirin me mirin mirand.Lê li warê min ne mirin di mîrê û ne mirin bela xwe jime di vekê.
..Bajarê me ketibû destê qatîl û bê wîjdane. Dema ku roje kesek nehatibane kûştin ew roj bi qedirbilind bû. Yek mirov bandikir bi hezare bê şîrove Gel derdikete meydane. Şer û pevçûn sedî sed bû. Ên dimir dikete bin axke sar de,ên ku dihate girtin cîyê wî zîndan bû. Gotin aşîtî dest pê bû, medya beroşa di keland. Çend roj derbas bû, gotin dîse şer û dîse ferman.Bi hêrzeke mezin tiqedim dest pê dibû. Bî ser girtine malê de her tişt di bû yek û tevlî hevdû dibû.
..Çareserî qedexebû ,deng ne bú û hawar nebû. Şerê ku çêbû ciwane jîyan dest dida.Ber sibehê û di meşim, kâlo bankire min ku vêce ev şer çîye. .?Dema kalo bandikir li her dorê ferman û şer bû. Qaşo projeye aşîtîyê pêk dihat.Projê diketin rojevê mîne lîstikê zaroke bûn.
..Di wê demê de ez di çûme aqedemîye sîyasetê dewre çar ye mîn. Aqedemîsîyen û Sîyasetmedar û huquqnasê beşdar bûbun zane û xwedî tecrûbê girîng bûn. En ku Teror û Demoqrasî û maf û Azadî di warê hiquqde fêr didan min çend pirs jiwa kir.Eger ev proja Aşîtîyê bi ser ne kevê, wê dawîye wê çawa bibê. Ku dema em biser nelerin wê serê me biçê. Min ku ez bi şik û gumanim, jibon ku berpirsîyarê Gel ne ev tenê ne û temsîlîyete Gelê Kurd şaş analîz bûye. Ku ev hên jî nîqaş dibê û hêza çekdarî pisgirêke derdixê.
..Édî min fahmkir ku xeta reş felek bi hêze û ev proje bi sernakevê. .

Nerîna min :