Siyaseta bê nirx û kesayetên lawaz !

0
6

Di siyasetê de istikrar û sekna siyasî gelek girînge. Dema insanek li gora berjewendiyên netewî siyasetê bike pîvanên wî/wê jî bi serê xwe ne. Lê mirov berevajiyê vê yekê siyasetê bike û bûyerekî de bixwaze helwesta xwe diyar bike zehmetî û ne zelalî derdikeve holê.

Mirov vê yekê gelek kes û kesayetên ku pişgiriya PKKê dikin de dibîne. Hinek kes hene li Bakur pişgiriya siyaseta PKKê dikin, lê rojavayê Kurdistanê li dij disekinin, herweha hinek rojava pişgiriyê dikin lê li Başûr himber siyaseta PKK dibin xwedî helwest. Ev yek nabe û gelek vekirî ew kesên dibin xwedî vê helwestê siyasetek durû rêve dibin.
Li Bakurê Kurdistanê PKK çibe li hemî deverên din jî ewe. Yanî hêja zimanek zelaltir, PKK, PYD, HDP, YBŞ, KCK û hemû aliyên van ve girêdayî û yên di bin bandora wan de, yek siyasetekî rêve dibin. Siyaseta wan ji yek serkaniyê derdikeve û armancên wan yên nihayî de tu guhertin tuneye.

Lê li vê derê pirs ne siyaseta PKKê ye , pirs siyaset û helwesta beşek ji kesayetên kurd e. Tu li bakur pişgiriya HDPê bikî, nabe li Başûr li dijê siyaseta Tevgera Azadî bisekinî. Di heman demî de li rojava pişgiriya PYDê bikî nabe li Bakur li dijê HDPê bisekinî. Ev siyasetek çewte û zanebûn li dijê siyaseta xeta netewî tê rêvebirin.

Tê zanin ku armanca siyaseta PKKê ya herî dawî, hemû hêz û aliyên Kurdistanî bi awayekî têkbibe û bi temamî Kurdistanê radestê dewletên dagirker bike. Dema vê yekê jî dike gelek bi zanebûn zemîna ji siyaseta xwe re amade dike. Ev jî di roja me de “ Cumhuriyeta Demokratik e“ Xeteriya herî mezin ewe ku navê Kurdistanê nayê bi karanîn û herweha Ala Kurdistanê wek sembola netewî nayê qebûl kirin. Dema kesayetek siyasî li başûrê Kurdistanê ala Kurdistanê di destê xwe bihejîne û li rojavayê Kurdistanê li himber daxistina ala Kurdistanê bê deng bimîne nabe û ev dibe mînaqa her berbiçav ya siyaseta durûtî û kesayetek lawaz.

Tê zanîn ku gelek kesên siyasetê ve mijûlin û ji bakurê Kurdistanê ne li başûr karên bazirganî dikin, piraniya wan li gora berjewendiyên xwe yên kesayetî bazirganiya xwe rêve dibin. Li bakur havalbendên PKKê ne û li başûr dibin hevalbendên PDKê. Yanî bi zimanek din li Bakur “Heval“in û li başûr dibin “Kak“.

Ev yek û rêvebirina siyaseteke bênirx û kesayetên lawaz siyasetê dilewitîne. Lê mixabin îro roj roja wane. Mirov çebe gerek ew be û li gora baweriya xwe siyasetê bike û berjewendiyên kesayetî tevlî siyasetê neke. Lê divê mirov bibîne ku kêmasî tenê ne ya wane jî, kêmasî ya sistema ku tê de kar dikin jî geleke. Ji ber ku ev siyaseta bê nirx û kesayetek lawaz tê rêvebirin tê hesabe aliyên siyasî jî. Ji xwe malwêraniya mezin jî ev e.

Ji bo vê yekê di qonaxa ku em lê dijîn de, kesayetên ku siyasetê bi nirx dikin û li ser xetek netewî bi kesayetk bilind di nava siyasetê de ne, gelek zehmetiyên mezin dibînin. Ji ber ku siyasetek bi kesayet nayê hesabê kesên ku siyaseta li gor berjewendiyên kesayetî û bazirganî dikin.

Lê herkes jî dizane ku dema siyaset bi nirx û kesayetek bi hêz newê kirin dê her dawî xûsar be û tu pêşeroja siyaseta bêpîvan û bê nirx tuneye.

4.2.2019

Dara Bilek

Nerîna min :