Hêjî ne derenge !

0
5

Partiya Demokrata Kurdistana Bakur di derbarê hevkariyên ji bo hilbijartinên herêmî de daxûyaniyek ragihand. PDK-Bakur di daxûyaiya xwe de dide xûyakirin ku, tifaqa bi HDP’ê re ne xwedî prensîp e û ne cihê bawerîyê ye. Ji bo tifaqa PAK ûPSKê jî dibeje ku, Tifaqa Welatperwer û demokrat tifaqek lawaze.

Daxûyanî:


Heta niha bo helbijartinên herêmî li Bakûrê Kurdistanê du tifaq hatine avakirin. Tifaqa bi HDP’re û Tifaqa di navbera PAK Û PSK’ê de.
Partîyên din, mîna HAK-PAR, HÛDA-PAR û PDK-BAKUR hetanî niha jî li derveyî van her du tifaqên navbûrî ne.

PDK-BAKUR helwesta xwe di derheqa tifaqa bi HDP’re roja 09.01.2019 bi daxûyanîyekê bo raya giştî heşkere kiribû kû tifaqa bi HDP’ê re ne xwedî prensîp e û ne cihê bawerîyê ye. Piştî avakirina tifaqê bi çend rojekî, HDP û çend partîyên din yên di nav tifaqê de bi daxûyanî û helwestên xwe nerina me di derbarê tifaqê de piştrastkirin.

PDK-BAKUR di wê bawerîyê de ye kû hîna jî ne derenge meriv helwesta xwe serrast bikê, dema meriv ji tifaqa di nav de ne bawer bê.

Tifaqa PAK û PSK ê kû xwe ji raya giştî re bi navê Tifaqa Welatperwer û demokrat daye naskirin, tifaqek lawaze.

Tifaqa PAK û PSK ê di agahdarîyek xwe de dibê:

«.. bang li hemû welatperwerên Kurdistanî dikin ku di kampanya hilbijartinên herêmî de, mil bidin xebata piştgiriya berbijêrên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat».

PDK-BAKUR di wê bawerîyê de ye kû berî agahdarîyên wisa werin belavkirin, pêwiste Tifaqa Welatperwer û Demokrat xebatê bikê bo firehkirina sînorên tifaqa xwe.

Wekî tê zanîn «welatperwer û demokratên» kurd di nav her du tifaqan de jî û li derveyî tifaqan jî henin. Ev rastîya rewşa Bakurê Kurdistanê ye. Bo wê çendê ye kû dengê niştimanperwerî, welatparêzî, hevkarî, yekdengî û yekrêzîyê roj bi roj bilindtir dibê.

PDK-BAKUR banga xwe dubare dikê kû hîna jî ne derenge bo avakirina tifaqek gelemperî û niştimanperwer berî helbijartinên herêmî.

Ger tifaqek wisa berî helbijartinên herêmî neyê avakirin jî, nayê wê wateyê kû daxwaza tifaqê, dema xwe derbas dikê. Daxwaza tifaqa kû parastina berjewendîyên Kurdistanê bo xwe bingeh bigrê, wê her berdeawam bê hetanî bighê armanca xwe.

Di dema helbijartinê de, pêwistîya me bi helwestek realist heye û divê ev helwest werê danasîn bo hemwelatîyên Kurdistanê bi armanca kû meriv bikaribê ji helbijartinên herêmî encamek erênî bistînê.

Pir giringe kû kanditên şaredarî yên welatparêz, demokrat, hezkirîyên xelkê kû cihê bawerîyê ne, werin danasîn bo hemwelatîyan. Kandîtên xwedî erkên wisa, di nav tifaqê de bin, an jî li derveyî tifaqê bin, pêwiste werin piştgirîkirin.

PDK-BAKUR di wê bawerîyê de ye kû helwestek wisa, wê zêdetir xizmetê bikê bo berjewendîyên Kurdistanî.

30.01.2019

PDK-BAKUR

PARTÎYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ-BAKUR

Nerîna min :