Grupa Qeyrana Navdewletî (The International Crisis Group) raporeke nû di derbarê Rojavayê Kurdistanê belav kiriye û rapor balê dikşîne li ser peywendiyên PYD, PKK û Rejîma Esad.

Li gor rapora The International Crisis Group PYD ser bi tevgera çekdariya Kurdên Tirkiyê, PKK ê ye, her ji wê partiyê ve piştgiriya îdeolojîk û leşkerî werdigire, lê PYD nikare biryarê li ser paşeroja Rojavayê Kurdistanê de bide. Her çiqas di demeke gelek kêm de bi hêzbûna PYD ê ji nişkêve ne xeyal e, ew jî ji ber pêwendiyên wê yên li gel PKK û Rejîma Beşar Esade.

Di rapora The International Crisis Group de, behsa pêwendiyên herêmî yên PYD ê tê kirin, û tê gotin ku hevpeymaniyeke vekirî û eşkere di navbera PYD û rêjîma Suriyê de heye, ji ber ku rêjîma Suriyê wan dever xistiye destê PYD ê, di heman demê de piştevaniya maddî û îdarî li ser deverên bin kontrola PYD de qut nebûne û peywendiyên wan berdewamin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: