Civak

Tevgera Şoreşgerên Araratê PDKê pîroz dike

 

Silav û Rêz

 

Em Salvegera Damezrana  Partîya Demokrata Kurdistan’ê ji Serok Barzanî û hemû gelê Kurd, Malbatên Şehîdan û Pêşmergeyên Qaraman Pîroz dikin

Wek ku tê zanîn Partîya Demokrata Kurdistanê ji destpêka damezirandine xwe û heta vê gavê kedeke gelik mezin da û didê. Ji bona bidestêxistina mafê gelê kurd bi hezaran peşmergeyên qahreman canê xwe feda kirin û ketin nav refên şehîdên Kurdistanê.

Îro li Başûrê Kurdistanê bi alîkarîya Partîya Demokrata Kurdistan’ê hêdî gelê kurd roj bi roj ber bi azadî û serfirazîya xwe va diçê.

Em pê kêfxweşin ku îro kurd di welatê xwe da azadin û desthilatdarin û Birêz Mesûd Berzanî jî serokê Kurdistana Federe ye.

Hêvî û daxwazên me ji Partîya Demokrata Kurdistanê ewe, ku bêtir piştgirîya birayên xwe ên beşên din din bike.

 

Bijî kurd û Kurdistan

Tevgera Şoreşgerên Araratê 

16ê Tebaxê 2014 an

 

 

 

 

 

 

Back to top button