Polîtîk

Tevger pîrozbahiya PDKê dike

​PÎROZBAHÎ

Berî 68 salan Serokê Kurdan Nemir Mele Mistefa Barzanî, Partiya Demokrata Kurdistanê ku bibe sembola têkoşîna netewî damezirand.

Serokê Nemir bi zanebûna xwe, pratîka xwe, Kurdistanîbûna xwe û şervanbûna xwe rêbazeke vekir ji bo hemû Kurdan. Rêbaza Serokê Nemir, rêbaza Kurdistanê ye. Loma divê di serî de PDK, hemû Kurd li ser vê rêbazê bin.

Partî, bi qasî ku li ser rêbaza Serokê Nemir be wê pêşengiya gelê Kurd bike. Ger ji rêbazê dûr bikeve wê ji pêşengiyê jî dûr bikeve.

Bi hêvîya ku Partiya Demokrata Kurdistanê ji rêbaza Serokê Nemir û ji dîroka xwe yê 68 salan dûr nekeve, em salvegera damezrandina Partî pîroz dikin û bi vê minasebetê careke din Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî bi bîr tînin.

 

Tevgera Ciwanên Kurdistanê

 

Back to top button