Polîtîk

Steinmeier: Ji bo Kurdistanê emê heta dawiya sînor biçin

Îro şemî 16.08.2014 li bajarê Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Frank Walter Steinmeier Wezîrê Derveyê Elmanya û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de ku hejmarek ji berpirsên siyasî û hikûmiyê bilindê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn, Wezîrê Derveyê Elmanya ji bo vê pêşwaziya germa li wî û şanda li gel hatiye kirin spasiya Serok Barzanî kir û ji bo hewandina penaberan destxweşiyê li hewlên Hikûmeta Herêmê kir û her wiha rola Pêşmergeyên Kurdistanê jî li berengarbûna terorîstan de bilind nirxand. Di derbarê rewşa serbazî û siyasiya Herêma Kurdistanê ragihand ku bi tu awayekî em naxwazin gelê Kurdistanê bi tenê bi cîh bihêlîn û nîgeraniya xwe jî li koçberbûna hejmara zêdeyê hemwelatiyên parêzgeha Musil ya Herêma Kurdistanê nîşanda û wê yekê xisterû ku welatê wan şandina alîkariya mirovî ya ji bo koçberan dest pêkiriye û ragihand pêwîste civaka navdewletî li ser dirustkirina jêrxanek ji bo jiyana koçberan hevkarê hevdû be. Wezîrê Derveyê Elmanya eve jî ragihand ku ji bo yarmetîdana gelê Kurdistanê heta dawiya sînorê diçîn.

Li beranber da Serok Barzanî gelek bi germî bi xêrhatina Wezîrê Derveyê Elmanya û şanda li gel kir û ragihand ev serdan û piştgîriya welatê Elmanya û dostên me ji bo me piştgermiyekî mezine û palpiştîkirina welatên me yên dost jî ji ber pabendbûna gelê Kurdistane bi bihayên demokrasî, azadî, lêborînî û pêkvejiyan. Serok Barzanî li vê hevdîtinê de tekez li wê yekê kir ku gelê Kurdistanê pabendî wan bihayan dimîne û bi azadî û serbestî jî dijî. Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de ragihand ew karesata li ser Kurdên Êzîdî û xuşk û birayên me yên Mesîhiyan hatiye karesateke li ser hemû gelê Kurdistanê da hatiye û têda hevbeşîn û em hemû bi yekrêziyê serbilindî ji vê cengê de derdikevîn.

Di dawiya vê civînê de, civîneke rojnamevaniyê ji bo Serok Barzanî û Wezîrê Derveyê Elmanya hate saz kirin û naveroka civînê ji bo dezgehên ragihandinê şîrove kirin.

Back to top button