Polîtîk

Rê ji çekdarên PKKê re nehat dan biçin Celewlayê

Li gor çavkaniyên ragehandina başûrê Kurdistanê,  nêzîkî 100 çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji Qedîlê ber bi Silêmaniyê bi rê ketin û xwestin biçin eniya şer li Celewlayê û digel pêşmergeyê Kurdistanê şerê DAÎŞ bikin, lê rê ji wan çekdarên PKKê re nehat dan û ew ber bi cîyek nediya çûn.

Berpirsê rêxistina Partiya Çareser li devera Germiyanê  (partiyeke ser bi PKKê ve ye) eşkere kir ku, ew çekdarên PKKê ku, biryar bû biçin eniya şer li Celewlayê, bo deverek nediyar çûne.

Li gor malpera NRT, Azad Germiyanî berprisê rêxistinên Partiya Çareser li devera Germiyanê dibêje: ”ew hêza gerîlayên PKKê ku, ji Qendîlê birketibûn û xwestin biçin eniya şer li Celewlayê, rêya xwe guhatine û ber bi cîyek nediya çûne.”

Wî berprisî nexwst diyar bike ka gelo ew hêza çekdarên PKK ber bi kûda çûne.

Beriya çend rojekan YNKê rê neda pêşmergeyê partiyên rojhilata Kurdistanê jî li eniya Celewla beşdariyê di operasyonên şerê li dijî DAÎŞî de bikin.

Li gor dîtian çavdêrên siyasî diyar dikin ku, Yekêtiya Niştimainya Kurdistanê di bin zixta Îranê de vê karî diek û rê nade aliyên din beşdariyê bikin.

Back to top button