Nivîsar

Tevgera Kurdistanê û Faşîzma 12ê îlona 1980yî û Parêzer Hecî Akyol…

Derbeya Leşkerî ya 12ê Adara 1971an xwest ku kurd careke din ji bona serxwebûn û azadiya Kurdistanê tevnegerin. Loma jî bi hezaran kurd, endam û berpirsiyarên DDKOyê, endam û berpirsiyarên du PDKê, endam û berpirsiyarên TîPê yên kurd, kurdperwerên serbixwe, serokeşîr, mîr, şêx, mele, axayên Kurdistanê hepis kir û ceza kir. Ev hepiskirin û cezakirinê kurdperweran nikarî pêşiya wan bigre. Kurdperweran ji beriya 12ê Adarê zêdetir bi plan û bi hêz xebat kirin. Tirsa dewletên dan aliyekî û bê tirs tevgeriyan, miletê xwe şiyar kirin. Rêxistinên veşartî yên Kurdistanê ava kirin. Serxwebûna Kurdistanê ji bona xwe wek stratejiya sereke pejirandin.

Rêxistinên Kurdistanê bi gelek awayan û bi gelek wasiteyan bi neteweye kurd re danûstandin kirin. Di demek kurt de ji aliyê neteweya kurd de hatin erê kirin.

Rêxistinên Kurdistanê bûn rêxistinên gelek girseyî. Li Kurdistanê bi her awayî, bi wateya sosyolojîk û siyasî tevgereke milî ava bû. Di jiyana gelê me de tesîr û bandora xwe danî.

Her rêxistinekê di demek kurt de qedroyên çelek perwerde kirin.

Her yek rêxistineke li Kurdistanê li çend bajaran bûn xwediyê bandor. Rêxistinan dikarîn serokşaredarî û parlamentêran hilbijêrin.

Hecî Akyol jî bê tirs û bê hesab di nav vê pêvajoyê de cî girt.

Bi hemû rêxistinên Kurdistanê alîkarî û dostanî kir. Lê zêdetir bi serokatiya Tevgera Rizgarî re xwediyê eleqeke nêzik bû.

Lê piştî ku Şehîd Necmeddîn Buyukkaya ji KÎPê veqetiya hewil da ku ji bona xwe tevgereke siyasî ava bike û grubekê çêke, Hecî Akyol bi wê grubê re hîn zêdetir bû xwediyê pêwendiyekê. Lê wê grubê hîç wextekî xwe grubeke siyasî û rêxistineke Kurdistanê îlan nekir. Xebateke diyar nekirin. Lê dîsa jî ji aliyê hewirdoreke teng ya kurdperwer ve wek Komala Azadiya Kurdistanê (KAK)dihatin nas kirin.

Hecî Akyol, ji Meledyeyê Yazixanê bû. Ji eşîreta dirêjana bû. Mirov dikare bibêje ku yek mezinekî û berpirsiyarekî eşîretê bû. Piştî ku zanîngeha hiqûqê qedand wek gelek kesên kurd li bajarên tirkan û metropolê nema, hat li Meledyeyê bi cîh bû. Bi derd û kûlên gelê xwe ve têkildar bû. Ji aliyê gel de hat hez kirin. Wî jî ji gelê xwe hez kir û li hemberî gelê xwe berpirsiariyên xwe anîn cî.

Li Kurdistanê ciyê ku Tevgera Kurdistanê qels Meledye bû. Li Meledyeyê tevgereke faşîst ya sivîl û dewletî xûrt hebû. Loma jî xebata şoreşgerî û kurd meşandin gelek zehmet bû. Hecî Akyol ji vê zehmetiyê nereviya û ew zehmetiya da berçav. Lewma jî ji aliyê gel de hat hez kirin û wek lehengekî hat pejirandin.

Ew pêşketin, xurtbûn, girseyîbûn, bi gel re yekîtî çêkirina Tevgera Kurdistanê û rêxistinên Kurdistanê dewleta kolonyalîst ya tirk tirsand. Ji bona ku metodên heta wê rojê bi kar tîne nikarîbû pêşiya kurdan bigre. Dewletê ji bona xwe riyeke nû dît. Di nav tevgera kurd de rêxistin avakirin wek stratejî pejirand. Avakirina PKKê encama vê stratejiyê bû.

Dewlet bi vê projeya xwe ya xayin gelek zerar da Tevger û Rêxistinên Kurdistanê. Bû sedem ku gelek kurdperewer û însanên kurd bi destên PKKê bên kûştin. Lê nikarî bi vê projeyê Tevgera Bakurê Kurdistanê û Rêxistinên Bakûrê Kurdistanê tasfiye bike.

Lewma riya xurttir dî û di 12ê Ilona 1980yî de Derbaya Leşkerî ya Faşîst û Kolonyalîst li darxist.

Darbeya Leşkerî di destpêkê êrişî kurdperweran, berpiryar û endamên Rêxistinên Kurdistanê, însanên kurd kir. Bi sed hezaran kes binçav kir û bi dehan hezaran kurdperwerên kurd, hepis kir û darizand.

Di wan şertên zehmet de Hecî Akyol wek parêzêr wezîfeya xwe pêk anî. Hat li Amedê cîwar bû..

Parêzer Haci Akyol, bi pêjna denge lingên dîktatorîya eskerî a 1980ê re hat li Amedê bicîhbû. 
Armanca bicîh bûna Av. Haci Akyol a li Amedê, parastin û milbimilaneya dozên siyasî yên Kurdistanê bû. Destpêkê bi Av. Şerafetîn Kaya, Av. Mahmut Bilgili re ofîsa parêzgerîyê li Amedê vekirin û dest bi parastina dozên siyasî yên Kurdistanê kirin.
Piştî ku dîktatorîya eskerî dest danî ser hikim, desteserdana ser vê ofîsa Parêzgerî jî zede bû.

Damezirînerê Ofîsê Av. Şerafetîn Kaya bû û Av. Şerafetîn Kaya û Av. Mahmut Bilgili hatin girtin. Piştî girtina van herdû parêzgeran, Av. Haci Akyol, bi Cimşîd Bilek û çend hevalên din re ev berpirsîyarî girtin ser xwe û di şertên zorde dozdarên Doza Kurd û Kurdistan parastin.

Av. Hacî Akyol, mirovekî diltenik, dilsoz û bi qasî vê diltenikî, dilsozûya xwe jî parêzgereki hêja, kurdperwer û welaktparêz bû. Di doza Kurdistan de xwedî kedek hêjaye. 
Bê hesab, bû parêzerê bi hezaran girtîyên doza Kurdistan. Em girtîyên zindana Amedê her deyndarê vî hêjayê doza Kurd û Kurdistan in. ” (Şêxmûs Ozzengîn)


******

Dema ku min mirina Kek Hecî Akyol bihîst ez gelek xemgîn bûm. Ez ketim kulvara dîroka jiyana me: Min dît ku em dostên hevûdu yên 45 salî ne.

Kek Şêxmûs ji bona birayê hêja, xebatkarê doza neteweya kurd û Kurdistanê, dostê fedekar, kesê mutewazî, egîtê parastina hiqûqê tiştên gelek hêja nivîsandine.

Neteweya kurd û hemû kurdperwer şahîdên van nerînan e.

Di nav demê de hîn nerînên din jî derheqê Kek Hecî Akyol de bê ser zimên.

Em bi hev re xebatkarên Tevgera Rizgarî bûn.

Ew dostekî min ê gelek baş bû.

Piştî ku ez vegeriyam welêt Kurdistanê gelek caran derfeta me bû ku em hevûdu bibînin.

Taybetî dema ku ez li naxweşxaneke taybet ya Malatyayê razam wî û hevjîna wî ez û hevjîna min tene nehêştin. Her dem li cem me bûn.

******

Me di 26ê Gulanê 2019an de li Meledye Yazihanê Kurdperwer û parêzer Hecî Akyol bi qelebelixeke girseyî û bi xemgînî binax kir.

Ji Ewrûpayê, jig elek bajarên Kurdistanê, ji metropolên tirkan gelek kurdperwer beşdarî rewresma Hecî Akyol bû.

Beşek kesên dilreş her çiqas xwestin ku rewresmê li ser mezel sabote jî bikin, lîstikên wan bertaraf bûn.

Li ser mezel Bahoz Şavata, Min, Rûşen Arslan, Hesen Dogan axevtin kir. Me, ji jiyan, xebat û têkoşîna WÎ ya milî qal kir.

Amed, 31. 05. 2019

Îbrahîm GUÇLU

([email protected])

Back to top button