Nivîsar

Tevgera Ciwanên Kurdistanê

Bakurê Kurdistanê ji pêvajoyek zîz derbas dibe. Li aliyekî ”danûstandinên çareseriyê” di navbeyna Serokê PKK û Dezgeha Parastina Tirkiye (MIT) li girava Imrali birêve diçin, li aliyek din girêdayî van têkiliyan ”şerê qirêj” di navbeyna gerillayên PKK û artêşa Tirk de rawestiya ye. Ev realite li Bakurê Kurdistanê ewleyî/rehetiyek berçav di jiyana civatî de peyda kiriye.

Li Bakurê Kurdistanê gelek lêgerînên cûrbecûr di nav siyaseta Kurd de rû didin ku xetek/strukturek demokratîk di nav civata Kurd, daxwaza rewa ya Kurd di çarçoweyên nûjen/modern de organîze bikin, lidar dikevin. Di nav van lêgerînan de,  damezrandina Tevgera Ciwanên Kurdistanê,  li Bakurê Kurdistanê, her çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welêt de jî dengek berz da. Bi forma damezrandina xwe, daxwazên xwe, armancên xwe: Tevgera Ciwanên Kurdistanê da diyarkirin ku formulasyonek nûjen a tevgera Kurd e.

Ji roja yekem a damezrandina xwe ve, xebata Tevgera Ciwanên Kurdistanê bala min kişand. Ji xwe bi gelek damezrênerên vê Tevgera demokrat/welathêz/nûjen re têkiliyên min ên dostane hebûn.

Di sefera xwe ya Kurdistanê de, min xwest ez seredana Tevgera Ciwanên Kurdistanê bikim û xebata wan ji nêz ve bişopînim. Min seredana wan birêzên me yên ciwan kir. Li gel birêvebirên tevgerê hevûdu dît: Şewqa xebata nûjen, pêşkeftî, demokrat li ba wan dît. Di hevdîtina xwe li gel peyvdarê Tevgerê Kek Serhat Merdînî de dît, ku projeyên gelek nûjen/serkeftî û reel dan e ber xwe.

Ji xebata ciwanên me yên dilsoz ên: Tevgera Ciwanên Kurdistanê bi bawer im. Bawer im herweha ku: wan projeyên hêja û reel dan e pêş xwe. Ev doz a ku li ser birêve diçin: pêşeroja tevgera Kurd li Bakur e. Vejinandina rêya Barzaniyê Nemir li Bakurê Kurdistanê ye…

Di xebata: Tevgera Ciwanên Kurdistanê de, daxwaz û baweriya xwe ya serkeftinê tînim zimên…

Stockholm: 25 cotmeh 2013

Cemal BATUN

Back to top button