Civak

Hewldana partiyek Kurdistanî

EM MİZGÎNÎYA HEWLDANA PARTİYEK KURDİSTANÎ DİDİN GELÊ XWE

Li ser banga 11 kesan, di 27 ê Nîsana 2013 yan de li Amedê, civînek pêk hatibû. Di wê civînê de, ji bo xebateke siyasî ya vekîrî ku xwe ne li ser bingehê tradîsyonekê damezrîne, biryarek hate wergirtin. Û ji bo ku ev biryara pêk were jî, bi navê

KOMÎSYONA DÎYALOGÊ YA Jİ BO PROJEYEKE SîYASÎ YA NÛ hatibû hilbijartin ku ji

50 kesî pêk hatibû.

 

Li ser banga Komîsyona Dîyalogê jî, li Amedê di 19 û 20 ê 2013 an de civînek pêk hat. Civîn, li ser bingeha hiqûqa kesayetiyê , bi beşdariya ew kadir û şexsiyetên ku di têkoşîna neteweyî ya Bakurê Kurdistanê de, çi bi awayekî serbixwe, çi jî di nava tradîsyonên wek KDP, DDKD, KUK, RİZGARÎ, ALARİZGARÎ, OZGURLUK YOLU,

TÊKOŞÎN û KAWAyê de ji duhî heta îro cîh girtine, bi awayekî serkeftî bi dawî hat. Di encama vê civînê de, ji bo avakirina partiyeke vekirî ya girseyî û Kurdistanî, gaveke dîrokî hate avêtin.Ev xebata ku wê bi navê HEWLDANA PARTİYEK KURDISTANÎ bê meşandin, destpêka avakirina partiyeke nû ya Kurdistanî ye.

Civînê bi yekdengî tesbît kiri ye ku, li Kurdistanê pêwîstî bi partiyeke Kurdistanî ya nû ku li ked, hêjayî û îmkanên hemû tradîsyonên siyasî yên neteweyî bi xwedî derbikeve û li ser vî esasî bê avakirin he ye.

Civînê bi giştî tesbît kiri ye ku, ji bo demokratîze kirina siyasetê, li ser esasê pirdengî, pirrengî û azadî xwaziyê pêwîstî bi partiyeke Kurdistanî, bi partiyeke li nirxên neteweyî xwedî derdikeve he ye.

Civîna ku di 19‐20 ê Cotmehê de li Amedê kombû û biryara HEWLDANA PARTİYEK KURDİSTANÎ daye, wekî meyildarîyeka bi giştî qebûl kiriye ku divê ev xetên serekî bibe bingeha vê partiyê:

• Ev partî di şertên wekhev, adil, demokratîk û azad de, dive mafê çarenûsiya miletê Kurd, mafê ku li ser axa xwe bi awayekî azad xwe îdarekirinê, mafê dewletbûnê ya li ser axa Kurdistanê bike armanc û bernameya xwe ya bingehîn..

• Ev partî divê ku xwe bi tu kes, grûp, çîn, dîn an jî mezheban tarîf neke; xwedîya perspektîfeka weha be ku xwe bi tenê nespêre ji vana yekê.

• Divê himbêzkirina beşên civata kurd û Kurdistanê yên etnîkî, civatî, dînî, mezhebî û çandî yên herî berfireh ji xwe re bike armanc.Divê partiyeke girseyî be.

• Di civata kurd û Kurdistanê de ji bo hemû etnîsîte, dîn, tebeqeyên civatî û mezheban, divê têkoşîna jîyaneka azad, demokratîk, adil, sîvîl, mîrefeh, wekhev û pak bihê dan ku desthilatdarîya hiqûqê tê de hebe.

• Divê di jiyana xwe ya hundurîn ya rêxistinî de, azadiyê, demokrasiyê, edaletê û wekheviyê esas bigre.

• Divê armanca wê ew be ku potansîyel û dînamîzma jin û xortan, li ser bingehê

kesîtîyeka azad û cudayîkirina erênî bi têkoşînê re bike yek.

• Bêyî ku pêwîstîya pêkhatiyeke cuda li ser bingehê dijminîya tevgereka Kurd ya siyasî bihê îfadekirin, dive ku di çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê de bi projeyên xwe yên fikirî û siyasî hebûna xwe nîşan bide.

• Divê li ser bingehê rewabûnê, rê, metod, têkoşîn û rêxistinbûna vekirî, aştîxwaz, sîvîl û demokratîk ji xwe re bike esas…

• Divê li Kurdistanê kî xwe bi kîjan grûp, çîn, etnîsîte, dîn, mezheb, cins, meyildarîya cinsî an jî kategorîya civatî tarîf bike jî divê ev partî ji bo

herkesî bergirîya azadîya fikirî, bawerî, derbirîn û rêxistinîbûnê bike.

• Divê ji bo maf û azadîyên demokratîk yên neteweyî û welatî bi beşên kurd û kurdistanî yên herî berfireh re yekîtî, piştgirî û têkoşîna hevbeş biparêze.

• Divê pêwîstîya yekîtî, piştgirî û tevgera hemû dezgehên neteweyî, siyasî, demokratîk, çandî, dînî, cinsî û aborî yên hemû parçeyên kurdistanê

biparêze û di vî warî de xwedîya helwêsteka çalak be.

• Divê hebûn û destkeftên dîrokî yên Dewleta Federal ya Başûrê Kurdistanê ji bo çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê pir girîng bibîne; ji bo parastin û pêşvebirina wan ji fedekarîyên pêwîst re amade be. Ji bo her cure piştgirîyê amade be da ku Rojavayê Kurdistanê (Rojava) ji konjonktura heyî li ser bingehê yekitiyeke neteweyî bikaribe enînivîsa xwe bi xwe tayîn bike.

Divê li Rojhilatê Kurdistanê mafê çarenûsiya miletê Kurd bê parastin.

• Ev partî, dive maf û azadiyên bi milyonan Kurdên ku li derveyî axa Bakurê Kurdistanê ,yên li Tirkiyê dijîn,di bernameya xwe de biparêze. Divê bikaribe ji bo bidestxistina van maf û azadiyan, li gel daxwazên wekhevî, azadî, edalet û demokrasîyê yên beşên civata Tirkîyeyê yên herî berfireh re têkoşîneke hevbeş pêş ve bibe.

• Divê maf û azadiyên hemû kêm netewe û dîn û mezheb û zaravayên li Kurdistanê dijîn di programa xwe de biparêze. Divê ji bo ku, ji wan beşên civatê re, li ser bingehê cudayîya erênî bername û rêyên taybet bêne

tesbîtkirin.

• Divê ev partî,dijminatiya tu miletan neke. Divê di qada nevneteweyî de siyaseteke ku dijmênên miletê Kurd kêm bike, dostên wê zêde bike

bimeşîne.

• Divê li hember pirsên cîhanê yên jîngeh û germbûnê, xwe wekî tevgereka jîngehparêz bibîne û di vî warî de wekî parçeyekê têkoşîna navneteweyî di nava hewildaneka çalak de be.

Em bangî wan beşên civata kurd û Kurdistanê yên herî berfireh dikin ku li perspektîfên li jorê bi kurtî dîyarkirî bi xwedî derdikevin, da em van perspektîfan bi hevûdin re pêşdetir bibin û em partiyeke Kurdistanî ava bikin…..24.10.2013

HEWLDANA PARTİYEK KURDİSTANÎ

 

BERDEVKÊ ÇAPEMENİYÊ YÊ HEWLDANÊ

MEHMET GÜL TEL: 0555 222 12 91 [email protected]

ENDAMÊN KOMÎTEYA BERDEVKÎYÊ YA HEWLDANÊ

MEHMET GÜL TEL: 0555 222 12 91 [email protected]

İMAM TAŞÇIER TEL: 0541 696 21 21 [email protected]
MUSTAFA ÖZÇELİK

Back to top button