Polîtîk

Barzanî pêşwaziya Komunist û Çepên hemû welatên Erebî kir

Îro pênçşem 24.10.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya hejmarek nûnerên Partiyên Komunist û Çepên Iraq, Lubnan, Filistîn, Urdin, Sudan, Misir û çend welatekî dinê Erebî kir.

Di destpêka hevdîtinê de Hemîd Mecîd Mûsa Serokê Partiya Şu’î(Komunist)a Iraqî bi nûnerayetiya şanda hevbeşa Partiyên Komunist û Çepên welatên Erebî peyvekî pêşkêş kir û spasî rexsandina hevdîtina li gel Serok Barzanî kir û li dirêjahiya axaftina xwe de ezmûna Herêma Kurdistanê li geşbûn, asayîş û demokrasiyê de bi ezmûnekî serketî û mînakî wesif kir û di derbarê pêvajoya xerapa welatên navçeyê de balkişand li ser wê yekê ku rejîm berpirsê yekemîn li nebûna xizmet û bêbeşbûna welatiyan û hejarî û gendelî her çende ku em xwediyê serwet û samanekî mirovî û sirûştiya mezinin. Hemîd Mecîd Mûsa behsa eve jî kir ku berpirsiyarî li ser erkê me hemûyane ji bo wê yekê pêkve kar bikîn heta gel bikarin civakekî medenî dûrî li tundiyê ava bikin.

Her li vê civînê de hejmarek ji endamên şandê gotarek pêşkêş kirin û têda destxweşiyê li pêşveçûn û geşbûna Herêma Kurdistanê kir û balkişand li ser wê yekê ku ew azadî û asayîş û demokrasiya li vir da heye tu demekî pêknayê eger li sayeya serkirdayetiyekî siyasî dilsoz û şareza nebê. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku ew ji dûr ve bi hurî çavdêriya pêvajoya Herêma Kurdistanê dikin û bi zelalî serketina demokrasî û hilbijartin û fireh alî û serketina asayîş û geşbûnê li Herêma Kurdistanê da dibînîn.

Li beranber de Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina şanda mîhvan spasiya helwesta amadevanan kir û vê hevdîtinê bi derfetek zanî ji bo wê yekê ku agahdarî pêvajoya Herêmê bin û sûd jî li guherîna nêrînan de bê wergirtin. Paşê Serok Barzanî di derbarê pêvajoya siyasiya Kurdistan û navçeyê gotarekî pêşkêş kir û di derbarê serketina ezmûna Herêma Kurdistanê Serok Barzanî got: “Ezmûna me diyarkir ku eger pişt bi îrade û şiyana gelê xwe bibestîn serketî dibîn û li her cîhek eger li pêvajoya siyasî da çav li yarmetiya xelkekî din bê wê demê encama wê şikestî dibê”. Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de balkişand li ser wê yekê ku gelê Kurdistanê bihayekî giran daye lê belê encama xwe hebûye û azadiyê bi dest ve aniye. Di derbarê warê sîstema siyasiyan jî Serok Barzanî serketina Hikûmetan bi hebûna baweriya gel ve best û got: “Her çende nîzamek bihêz û destbilind bê lê belê eger baweriya gel li pişt nebê dirûxê”. Serok Barzanî li peyva xwe de balkişand li ser hebûna ruhê tebayî û lêborîniya li nav gelê Kurdistanê kir ku dîrokekî xwe ya dûr û dirêj heye û bûye kultûrekî dewlemend û gelê Kurdistanê qet li dijî dijminan jî hêvî ji bo tundutîjî û tolhildanê nebiriye, û eve jî ji bo mîhvanan behs kir ku “Şanaziyê bi wê yekê dikin ku take kesekim ji wê gelê ku kultûra xwe ya lêborîniyê heye û tu demekî hêviya xwe bi tolhildanê û tundiyê ve nebiriye”.

Back to top button