Hevpeyvîn

Dewlemendtirîn çavkaniya çanda kurdî

Pirtûkxaneya Kurdî ya Stockholmê îro dewlemendtirîn çavkaniya çanda Kurdî ye ku di xizmeta Çand û Zimanê Kurdî de ye.

Ev çavkanî dikare bersiv bide hemû kesên ku li ser Ziman û Çanda Kurdî lêkolîn dikin û kesên ku dixwazin xwe bigehînin kurahiya Çanka Kurdî li virê berhem û belgeyên kevn û nu, herweha yên bi gelek zimanê cuda bi dest bixin. Xasma jî ji bo ciwanên ku master an doktoraya xwe didin, çavkaniyeke raxistî ye.

Roja 17 û ya 23ê vê mehê, ez du car çûm serdana Pirtşûkxaneya Kurdî û min bi birêvebirê wê Newzad Hirorî re hevpeyvîn çêkir, min gelek agahdariyên girîng jê wergirtin û derheq jimara pirtûk û kovar û rojnameyên tê de agahdarî wergirtin.

Bi kurtî ger bibêjim, niha di Pirtûkxaneya Kurdî de ji 13 hezarî zêdetir pirtûkên cuda ku piraniya wan bi kurdî de hene. Jimara nusxeyên kovar û rojnameyan jî li dora heşt hezarî heye. Tê de gelek sêlik, şerîd û wekî din bûjenên deng jî hene.

Bi umîda ku ev hevpeyvîn dê bibe bûjenek ji bo pir kesan û dê karibin xwe bi hêsanî bigehînin Pirtûkxaneya Kurdî, sûd jê werbigirin û zanîna xwe derheq Çanda Kurdî de zêdetir bikin. 

Stockholm 24/ 10/ 2013

Zeynelabidin Zinar

FERMO EV E HEVPEYVÎN LI JÊRÊ YE:

Zeynelabidin Zinar:
– Bi kerema xwe hinekî xwe bide naskirin

Newzad Hirorî:
– Ez Newzad Hirorî ji Dihokê me. Ez di sala 1963ê de hatime dinyayê. Hiror navê gundê min e, lê ez li Dihokê mezin bûme.

Xwendin û karê te yê niha?

Min xwandina destpêkê û ya lîseyê li Dihokê qedand. Çar salan min bingeh û metodên wergerê (îngilîzî-erebî) li fakulteya edebiyatê ya zanîngeha Mûsilê xwand. Du salan paştire, min xwandina masterê di warê zimannasiyê de (îngilîzî-kurdî) li heman fakulteyê xelas kir. Min gelek kursên zimannasiyê li zanîngeha Stockholmê xwandine. Ez niha birêveberê Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê me.

Kengê te dest bi karê birêveberiya Pirtûkxaneya Kurdî kiriye?

Min ji hezîrana 2007ê dest bi vî karî kiriye.

Pirtûkxaneya Kurdî kengê hatiye damezirandin, çi texlît û bi çend zimanî pirtûk tê de hene?

Kitêbxaneya Kurdî bi hewl û xebata rehmetî Nedim Dagdevirenî di 10ê çiriya pêşîn (oktober) ya sala 1997ê hatiye avakirin. Kitêbxaneya Kurdî hemû berhemên bi kurdî û yên bi zimanên biyanî yên ku li ser Kurd û Kurdistanê ne dicivîne, qeyd dike û berdestî xelkî dike.

Wek jimar tevek çend pirtûk niha tê de hene?

Hejmara kitêban heta niha, gehiştiye 13 hezaran. Zêdetir ji nîvê wan bi kurdî (kurmancî, soranî, kirmanckî (zazakî) goranî) ne û nîvê din bi 23 zimanên biyanî ne. Nêzîkî 700 kovarên bi kurdî û yên ku rêxistinên kurdan derxistine li Kitêbxaneyê hene.

 

Aboriya Pirtûkxanê çewa tê kirin?

Her ji destpêka avakirina Kitêbxaneyê û heta niha, Belediyeya Stockholmê û Meclisa Kulturê alîkarên serekî ne. Di van salên dawiyê de, hin kes û şîrketên Kurd jî alîkariya Kitêbxaneyê kirine. 

Kurdên derveyê Swêdê çewa dikarin sûd ji Pirtûkxaneyê werbigirin?

Mixabin kesên ku li derveyê Swêdê ku dijîn, nikarin materyalên Kitêbxaneya Kurdî deyn bikin. Lê, ew dikarin kataloga Kitêbxaneyê ya ku di malpera wê de ye (www.kurdlib.org), bi kar bînin û ji bo îmkanên peydakirina berheman, pêwendî bi me re deynin.

Têkeliya xwendekarêz zanîngehên beşên kurdî, bi pirtûkxaneyê re çêdibe yanena?

Heta niha hejmareka kêm ji wan têkilî bi me re danîne. Hêviya min ew e ku têkilî zêdetir bibin.

Ji bilê van, çi projeyên pirtûkxaneyê hene ku di pêşerojê de bike?

Em dikoşin ku Kitêbxaneya Kurdî çalaktir û nastir bibe. 

 

Ji bo ku nivşên Kurd ên pêşerojê sûd ji tecrûbe û serpêhatiya cenabê te werbigirin, çi şîret heye ku tu pêşkêşê wan bikî?

Hêviya min ji ciwanan heye ku bi zimanê xwe yê kurdî serbilind bin, wî zimanî di jiyana xwe ya rojane de bi kar bînin, xwe fêrî xwandin û nivîsandina kurdiyê bikin, ji bikaranîna kurdî şerm nekin û di dilê xwe de bihebînin. Hêviya min ji nifşên ciwan heye ku xwe bi zanist û zanînê çek bikin û ji bîr nekin ku ilm û îrfan dermanê nezanîn û xizaniyê ye.

– Spas ji bo bersivên te…
– Spas ji we jî re!

NAVNÎŞANA PIRTÛKXANEYA KURDÎ:
Kurdiska Biblioteket:
Gustavslundsvägen 170
167 51 Bromma/Stockholm – Sweden
Tel: + 46 (0)8679 88 03
E-mail: [email protected]
Malper: http://www.kurdlib.org/

DEMA VEKIRINÊ:
Yekşem û Duşen: Girtî.
Sêşem- În: 10 – 17
Şemî:         12 – 16

Back to top button