Em hevdura xwedî dekevin

Miletê kurd miletekî kevnar,dîrokî û antîke.xwedanê dîrok û wêjeyeke klasîke dewlemende.Zimanê kurdî zengîn û rengîne.Ziman ruh û çarenûsa gelane,ziman stûna heyîna nijadane.Gel bi ziman dijî,ku em bi ziman ê xwe neaxifin berî ziman em dimirin.
Ji bo jîyan ê nefes têrê nake ziman jî pêwîste.Belê gel ê bê ziman mehkûmê mirin û tunekirinêye.(Zimanê dayikê welatê mirovaye. TÊAGOR A.)
Bingeha ziman û zargotina kurd diçe..dertê kûraya dewra.Gelek cavganîyê dîrokîda behsa mêrxasîya, menevîyat û edaleta kurda tê kirin..Ev nirxên pîroz û balkêş zargotin û wêjeya kurdada zelal xuya dibe.
Zargotin neynika hiş û fahm,xaraktêr,çand û rewş..nêrîn,jîyan û cîhana gelane.Heyîn û hebûna gelan îfade dike.Rabûn û rûniştandin,urf-edet,raman,nêrînên cîvakî..helwesta..felsefî, gerdûnî.,..psîxolojî zargotinêda zelal tê xuya kirinê.Folklorêda emir jîyana gelan tê nitirandin.,efrandarîke bê evez..(..bê hempa..),paqij û safe..
Zargotin bê şik avtobîografîya (tercûmeyî–hal ) gelane.Torîvanê wê gel bi xweye.Gelê kurd xwedanê folklorek dewlemend û qedîme .Gelê kurd xwedan zêhnîyetek zelal û paqije.
Bi sedan berhemên folklorî yê gelê kurd heye.Gel folklorêda xwe zelal nîşan dide.Gorî folklorşûnasên û ruhulatzanên navdar zargotina kurda gelekî orîjînal û reng-renge,dewlemende,naşipe yên din.Taybetmendîyên zargotina kurd bi .taybet hene.Ev jî hêjayî pesn û payane.Qeder .,dîrok,rewşa me folklora meda hertim hatîye nitirandinê.Pêwîste îro kurd bi zanetî ji zargotina gelêrî îbret û dersa dîrokî hildin.Lewra folklor him jî salnama dîroka netewe.
Heya em dersa ji paşerojê hilnedin em nikarin xwe serarastkin.Paşeroja me, dîroka me,helwestên me cîvakî,netewî bi zarê( ziman ) me folklorêda zelal hatîye nexş kirinê ( usa jî şaşî û kêmasî ).Îxaneta me jî folklorêda bûy.e cîrok,dastan û.kilam.Naha pêwîste em folklora xwe hemdemî biafrînin.Folklora azadîyê.a welatparêzî.û serkeftinê a hevdu qebûlkirin,û wekhevîyê a bê îxanet.Em destbi dastana,klama,cîroka yekbûnê a gelê kurdkin.Yekbûna kurda a hemdemî..folklora yekbûnê em binîvsin,dastana azadîyê biafrînin,destbi jîyanek bê îxanet bikin.Lewra kurd hertim bûne qurbana îxanetê.
Yekbûn ji bo me rêya jîyana bi rûmet a bi weteye.
Yekbûn ji bo me kurdan ew tişte ku ji navbera me tayfebaztî,qewmperestî..cudayetî ( di alî olîda),sextekarî,îxanetî,muxenetî,ez-eztî ji holê were rakirin..hevdu qebûlkin,armanc û daxwazên xweva.,zêhnîyata xwe ve yekbin.
Yekbûn hevdu qebûlkirine,bi qurnava kurda hevdu qebûl nekirne.Yenî yek nebûne.Lewma jî dîrokêda hertim bê par,bê desthilatdar mane,bîyanîyanra bi mêrxasî xizmet kirine,ji bo xelqê bûne serleşker û serok jî.lê di nava hevda.hember hevdu bûne dujmin.Gelek şaşî berdane şaşîyê xirab.Şaşîya lape xirab jî ewe welatê xwe,axa xwe,serxwebûn,berxwdana xwe,azadî û nirxên netewî der dane.,teko-teko têk çûne jîyanêda ser neketine.Kesayetên xwe hêja undakirine,qebûl nekirine,
Gel ku yekbûna wî tunebe demêra nikare gavên pêşketî pîroz bavêje,nirx û mafên xwe unda dike,tedrîcen tê helandinê.
Yekbûn wesîla parastina mafê netewane,ji bo jîyana bi şeref û pêşketina gelan û kesayetên netewî şert û pêwîste.
Îro dîrok dîsa pêş me dubare dibe.Şans û mecalên pîroz dem pêşkêşî me dike.Ji bo ku em serkevin ji mera yekbûneke saf ,zelal û saxlem pêwîste.Em dema nû bi emirjîyaneke nû û bi dastana yekbûnê dest pêbikin.
Ey mirovên kurd ,rabin yekbûna xwe ava bikin bila ev şans û mecal careke din ji bo me nevin xewn û xiyal.Bese em bi xiyalanva jîn.Ji bo me yekbûn pêşeroje,jîyana bi rûmete,em hewceyî yekbûna pîrozin.Yekbûn hevdu parastine,pêwîste em hevdu biparêzin
Dastana yekbûnê,kilama yekbûnê ji dilê min,ji mejûyê min,ji rewşa min,ji êş û qedera min pêşda tê.Ey kurdê bi şeref ê kurda lezkeve bo xatirê pêşerojê vê dastanê bixwîne û li tevî vê yekbûnêve bi kubarî bijî,bi serbilindî gava bavêje û bi cesaret xwe biparêze,bi serfîrazî bimeşe.
Bese me hevdu şantaj û berjêr kir,bûn kole û xizmetkar ji bo xelqê.Ji dîrokê,ji jîyanê,ji cîvakan,ji cînaran,ji dunyayê,ji serhildanan ên Kurdistanê îbretê,dersê hilde û tevî dastana yekbûnêve,tevî heja yekbûna netewîbe,tevî dastana azadîyêbe carek din îxanetêra,durîtîyê ra rê nede,xemsarîyê ra maf ê te tune EY KURD.Em hevdura xwedî derkevin û serkevin.
Dastana yekbûnê him jî perwerda netewe hemdemîye.Em xwe ji nûva perwerde û bi rêk û pêk bikin,demêra bimeşin.
Ey kurd, em welatê xwe ra secde bikin,yekbûna xwe ra jî îmanê bînin.Kurda çend cara biryar û rênîşa dîrokê a hember mirovahîyê bi îsrar û adilyane vala derxistine.Vê care jî li ber yekbûn û berxwedana kurda êrîşa dîrokê a ku li ser mirovahîyê xuya dibe yê vala derê.Lewra kurd altindarê,parazvanê,efrandarê,evîndarê nirxên mirovahîyê û torîvanê dostanî ,biratîyê û wekhevîyêne.Lê ji bo heyîn û hebûna gelê kurd îro em hewcî yekbûna netewîne.Em pêdivîyê xwe kar bînin.
Jîyan nirxek buha û pîroze lê dagirkerîyêda ne zindîye.Dagirkerîyêda edeb,tore ,exlaq,wîcdan têk çûyîye.KURD TORÎVANÊN van nirxên pîroz û balkêşin..Jîyan bê van nirxan bê wate û bê tehme.
Li ser axa Kurdistanê rastîya dîroka kevnar a mirovahîyê hatîye veşartinê.Azad bûna kurd û Kurdistanê yê zelalbûnê,ronahîyê bîne vê dîroka veşartî.Ev ronahî û zelalî temîn kirina aştîyê û edaletêye,dîmena dîroka kevnar a mirovahîyêye veşartîye.
Dastana yekbûna gelê kurd dastana azadîya Kurdistanêye.Ev dastanê bibe salnama rêya destpêkirina zelal kirina dîroka veşartî û yê bibe neynika durîtîya cîhana me ya ku çend hezar sale li ser derewa biryar girtîye bûye kujerê rastîya nirxên mirovahîyêye pîroz,bê edebî û bê exlaqî ji xwe ra kiriye bingeh li hember rastîyê,tore û perwerda durust rawestîyaye mirovan bi dîrokek çewt û bi zêhnîyetek sextekar,cuda, şaş û şikber dike,li hember hev radike.Altindarîya kurd û Kurdistanê yê vê şikberîyê,zordarîyê,bê exlaqî û bê edebîya gerdûnî yek jî yê zêhnîyata qirêj.derew bişkêne ji hole rake. Rastîyên mirovahîyê yên dirokî ê serkevin.
Dîrokêda tu tişt veşartî namîne,dîrok sêra xayî nake(NAPARÊZE),vekolîn pêwîste.Gel,cîvak çiqasî tê xapandin hawqasî jî biçûk û zeîf dibe.Bê fehmî,nezanetî,kevneşopî û bê cesaretî cîvaka ji pêşketinan dûr dixe,dagirkerî û îxanetêra rê û şansê dide.Dîroka mirovahîyêda ev zindî û zelal xuya dibe,dîrok tê beravojî kirin.,lê her pirsê dibersîvîne.
BÊWAR BARÎ TEYFÛRÎ
DÛMAYÎK HEYE