Civak
Kurdistana Rojava: PYD protesto kirin
Endamê mekteba siyasî yê Partiya Demokrata Kurd li Suriye(El Partî) Behzat Dorsin ji berî salekî ji aliyê hinek çekdaran ve hatibû revandin û heta niha jî windaye. Hemû şik şûn ser çekdarên PYDê.PYDê di vê derbarê de tu daxuyanî nedan.
Lê tê zanîn ku PYDê gelek endam û alîgirên El Partî û partiyên din girtine, revandine, îşkence li wan kirine û hinek jî kuştine. Yanî terora PYDê li ser Kurdên din tê zanîn û berdewam e.
Salvegera windakirina Behzat Dorsin ji aliyê xelkê Kurdistana Rojavave hate protesto kirin. Bi hezaran insan bi ala Kurdistanê daketin kolanan û ev bûyer protesto kirin.
Li Rojavayê Kurdistanê xelk ji ber kiryarên çekdarên PYDê bê zar bûne. Ji bo vê jî dema pêwîst dengê xwe bilind dikin û van kiryarên terorî şermezar dikin.