Polîtîk

Dema wê yekê hatiye mezintirîn neteweyê bê dewlet bibin xwedî dewleta serbixwe

Ajansekî Fransî Bi belavkirina nexşeya Herêma Kurdistanê li ser malpera xwe bi girîngiyê ve dinivîse, Kurd mezintirîn neteweya bê dewlete, mezintirîn neteweyê mafê wî hatiye xwarin.

Li raporek de ku behsa dîrok û xebata gelê Kurd de belav kiriye û dide zanîn ku Kurd li ser nexşeya cîhanê de mezintirîn neteweya zulm lêkiriye, ew nêzîkî 40 milyon kes dibin, lê belê heta niha dewletekî wan tûne. 

Brîtan Press dinivîse 20 milyon Kurd li Tirkiye û 9 milyon li Iraq û Îran û 6 milyon li Sûriye, ewên din jî li welatên dinê cîhanê de dijîn. Ji niha ve xewna wê yekê dibînin ku welatê wan yek bê û bibin xwedî dewleta xwe.

Ajansa Fransî her wiha behsa wê yekê jî dike ku hemû desthilatdarên berê gelek dirindane muamele li gel neteweya Kurd kirine. Li gel wê yekê ew hemû zulma li dijî wan bi kar hatiye, lê belê hemû hewlên wan ya bi êrîşkirina Kurd serketî nebûye, belku şikest xwarine. Hemû dizanîn ku “Etiyan Facon” axaftineke xwe de dibêje, “Yekîtî xebate”. Ev gotin di derbarê Kurd ve bi tevahî raste, ew nêzîkî wê yekê ne yekem Kongreya Neteweyî ya Kurd sazbikin û li wir bi yekgirtî daxwaza mafê xwe bikin, her wiha Kurd biryarê daye li wê kongreyê de biryar li ser paşaroja xwe bide.

Back to top button